Emerîkayê bi merc îbtalkirina beşek ji boykotên Koreya Bakurqebûl kir
Tîrmeh 13, 2019 16:33 Asia/Tehran
Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Başûr raghand ku Emerîkayê bi merc îbtalkirina beşek ji boykotên dijî Koreya Bakur qebûl kiriye.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Başûr (Yûnhapê) raghand ku Waşengton dixweze boykotên ser derfirotina berderejû û parçe û peroyên Koreya Bakur bo 12 heta 18 mehan îbtal bike. Mercê wê yekê jî ew e ku Koreya Bakur Navenda Navokî ya Yong Biyonê ku navenda herîgiring a atomî ya vî welatî ye, girêde û hemî bernameyên xwe jî rawestîne.
Boykotên ser derfirotina berderejû û parçe û peroyan ku ji wan ramancên boykotên Emerîkayê ne, yek ji çavkaniyên derhata Koreya bakurî ne û îbtalkirina van boykotan, dê diraveke zêdetir bighîne destê Piyong Yangê.