Adar 17, 2019 13:49 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên kiryara terorîstî ya li Zelanda Nû gihêşte 50 kesan

Polîsê Zelanda Nû vê sibehê ser wextê herêmî diyar kir ku hejmara kuştiyê kiryara terorîstî ser du mizgevtên bajarokê Krîstçurç (Christchurch) gihêşte 50 kesan.

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê terorîstên çekdar roja înê li bajarokê Krîstçurç li devera Hagley Park a Zelanda Nû, êrîşî ser nimêjkirên du mizgeftên Al Noor û Linwood kirin ku heya niha 50 kesan di encama wê kiryara terorîstî jiyana xwe ji dest dane.

Ligor agahdariyan di dema êrîşê de di mizgefta Noor de 200 kes hebûn e. Piraniya kesên hanê bi destê terorîstê nijadperest  Brenton Tarrant hatine kuştin.

Serokwezîrê Zelanda Nû Jacinda Ardern daxûyaniyek da û diyarkir, ku Polîsê Zelanda nû heya niha 4 kes ser vê bûyera terorîstî binçav kirine.

Heya niha gelek ji rayedarên welatên cihanê yên wekî serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron,serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Serokwezîrê Pakistanê Omran Xan, wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas, wezîrê derve yê Endonezyayê Retno Mersûdî, Serokê Partiya Hevpeymanî ya  herî mezin ya serdest li Malezyayê Enwer Îbrahîm û berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ev cinayeta xwînawî û êrişa terorîstî ser du mizgevtan li bajarokê Krîstçurç a Zelanda Nû şermezar kir.

Li gor amara 2013 ji nifûsa çar milyonî ya Zelanda Nû derdora sedî yekê wan misilman in. Ev welata ji du giravên mezin û çend giravên biçûk di nav başûra  îqyanûsa Aram pêk tê  û piraniya nifûsa wê koçberên ewropî ne.