Pêgirîya Swîsê ser muhakimekirina swîsîyên endamê DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê
Swîsê xwest ku welatîyên swîsî yên ku li Iraq û Sûrîyê tevlî koma têrorîst a DAIŞ`ê bibûn, hema li wan welatana bên muhakimekirinê.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Wezîra Dadwerîya Swîsê Karîn Kêllêr Sotir ragihand ku ev welata hez dike endamên swîsî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê hema li axa wan welatana bên muhakimekirinê ne li Swîsê û dîyar kir ku ji bo dewleta me ewlehîya gel û hêzên leşkerî û emnî yên vî welatî ewlewîyet e.
Li gorî amara ku Servîsa Lêzanînan a Swîsê belav kirîye, 93 welatîyên swîsî beşdarî şêrr bûne ku 79 kes ji wan li Sûrîye û Iraqê bûne.
27 kes ji wan hatine kuştinê û 13 jî zivirîne welatê xwe.
Serokomarê Amerîkayê ji Ingilîs, Fransa û Alman û hevpeymanên xwe yên din ên ewrûpî xwestîye ku çareyekê jibo 800 DAIŞ`îyên bîyanî ku li Sûrîyê bi destê leşkerên amerîkî hatine girtinê bikin, neku yê wan azad bike.