Sibat 14, 2019 10:08 Asia/Tehran
  • Amerîkayê careka din boykot ser Îranê da sepandin

Amerîkayê di dewama kiryarên bikîn ên dijî Komara Islamî ya Îranê da, 2 şirket û 9 welatîyên îranî boykot kirin.

Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê şeva buhurî navê wan 2 şirket û 9 kesên îranî bi heceta têkilîya bi Sipaha Pasdarên Inqilaba Isalmî ra û herwiha ji ber tişta ku ``çalakîyên xirabkarane yên saybêrî`` bi nav kir, xist lîsteya boykotê.

Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê heta niha bi caran şirket û kesên îranî û herwiha bîyanî bi hecetên curbicur ji wan peywendîya digel Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî boykot kirine.

Alîkara Wezîrê Xizînedarîya Amerîkayê Sigal Mandelkerê vê dawîyê idia kiribû ku Waşîngton divê pêngavên zêdetir li dijî Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî rake.