Sibat 13, 2019 17:22 Asia/Tehran
  • Berlîn: Me derîyên gotûbêja digel Îranê vekirî hêlane

Wezareta Karên Derve ya Almanê armanca pişkdarîya rayedarekî dewleta vî welatî di merasima çillsalîya Şoreşa Islamî li balyozxana Îranê da vekirîhîştina derîyên gotûbêja digel Têhranê da zanîn.

Wezareta Karên Derve ya Almanê ragihand ku bi armanca vekirîhîştina derîyên gotûbêja digel Îranê, nunerê xwe şandîye ji bo pişkdarîya di cejna çillsalîya Şoreşa Islamî li balyozxana Îranê ya li Berlînê da.

Rojnama Bild a Almanê bi belavkirina nivîsarekê li malpera xwe pişkdarîya rayedarekî dewleta vî welatî di cejna salvegera serketina Inqilaba Islamî ku li balyozxana Îrabnê ya li Berlînê hat ldiarxistinê rexne kiribû.

Wê rojnamê ku helwesteke tund dijî Îranê heye pişkdarîya nunerê dewleta Almanê di cejna salvegera serketina Inqilaba Islamî li balyozxana Îrabnê ya li Berlînê de karekî nedurist zanîbû.

Di vê merasimê de ku gellek rayedar û dîplomatên welatan pişkdar bibûn, Wezîrê Rawêjkar di Karên Navnetewî yê Almanê de Niels Annen jî pişkdar bibû.

Wezareta Karên Derve ya Almanê jî di bersiva Rojnama Bildê da piştgirî daye vî karî û armanca vê yekê ``vekirîhîştina derîyên gotûbêja digel Îranê`` daye zanîn.

Ser vî esasî Alman hewil dide bi vê rêyê bi Îranê re derbarê meseleyên wekî sîyasetên navçeyî, plana mûşekî û babetên din ên nakokî ser wan hene, muzakirê bike.