Sibat 13, 2019 10:39 Asia/Tehran
  • Lavrof derbarê dûhatên destwerdana Amerîkyê li karên navxweyî yên Vinêzoêlayê Pompêo hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê Sêşemiyê bi şev li hevpeyivîna têlêfonî bi Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ra, derbarê dûhatên destwerdana li karên navxweyî yên Vinêzoêlayê hişuarî da Waşîngtonê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Lavrof her wiha got: Moskova amade ye ku derbarê Vinêzoêlayê gotûbêj bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Sêşemiyê jî li civîna hevpar a nûçevaniyê digel Tîmo Swînî, Wezîrê karên derve yê Fenlandayê li Moskoyê tevî rexneya ji kiryarên Amerîkayê li dijî dewleta qanûnî ya Vinêzoêlayê ragihandibû ku Waşîngtonê li mijara Vinêzoêlayê şerm û heya wêda daniye.

Lavrofî her wiha gotibû: Amerîkî Xuwan Guwaydoyê rêberê dijberên Vinêzoêlayê bi rê ve dibin.

Amerîka di hefteyên vê dawiyê da bi piştgiriya ji rêberê dijberên dewleta Vinêzoêlayê li dû pêkanîna darbeyê li vî welatî ye.

Xuwan Guwaydo Rêberê dijberên dewleta Vinêzoêlayê 23ê Çileyê bi kiryareka neqanûnî û bi Çiraya Kesk a Amerîkayê, Ewropa û hinek ji welatên navçeyê, xwe wek serokomarê xwebinavkirî yê Vinêzoêlayê da zanîn.

Ev li halekî ye ku gelê Vinêzoêlayê sala 2018an di hilbijartina seranserî bi dengê vebirr, Nîkolas Madoro wek serokomarê vî welatî hilbijart.

Tevî hebûna piştevaniya Amerîkayê, Rêjîma Siyonîst û hin welatên ewropî û navçeyê ji Guwaydo, Rûsiye, Îran, Çîn, Tirkiye, Mêkzîk û welatên din ragihandin ku Nokîlas Madoro wek serokomarê Vinêzoêlayê bi fermî nas dikin.