Sibat 11, 2019 16:25 Asia/Tehran
  • Dengvedana pişkdarîya pirrcoş a gelê Îranê di merasima Pîrozkirina Salvegera Serketina Şoreşa Islamî ya Îranê li cîhanê da

Pişkdarîya berfire û pirrcoş a gelê Îranê di Meşa 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê) Salvegera Serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da bi awayekî berfire li mêdyayên cîhanê deng veda û di serê nûçeyên mêdyayên cîhanê da cî girt.

Gelê Îranê îro di çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da hevgavê Têhranê li zêde ji hezar bajêrî û 10 hezar gundî daket kolanan taku careka din peyamana xwe bi raman û armancên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê hezretê Imam Xumêynî (RE) û Rêberê Giranqedir ê Inqilabê hezretê ayetullah Xaminêyî re dubare bike.

Ajansa Nûçan a Reutersê di raporekê derbarê meşa roja 22`yê Behmenê çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî de bal kişand ser nivîsara pankardekê ku ser hatibû nivîsînê `` bila çavên Amerîkayê kor bin, Şoreşa Islamî ya Îranê bû çillsalî``.

Reutersê nivîsî: Hejmareke zêde ya gelê Îranê bi rakirina ala welatê xwe durişmên ``mirin ji bo Amerîkayê`` û ``mirin ji bo Israyîlê`` qîrîyan.

Ajansa Nûçan a Fransayê jî di raporekê derbarê pişkdarîya berfire ya gelê Îranê di meşa Roja 22`yê Behmenê da û nîşandayîna mûşekên îranî li kolanên Têhranê da û nivîsî: Tevî barîna baranê, bi hezaran kes îro daketin kolanên Têhranê û şarên din ên Îranê taku di merasima çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da pişkdar bibin.

Ajansa Nûçan a Hikûmeta Sûrîyê (SANA) jî bal kişand ser meşa Roja 22`yê Behmenê wekî çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî li seranserî Îranê û dîyar kir ku bi milyonan kes di wê meşê da pişkdar bûn û nivîsî: Pişkdarên meşa Roja 22`yê Behmenê bi durişmên derbarê destkevtên Şoreşa Islamî ev roja pîroz kirin.

Ajansa Nûçan a Sputnikê ya Ûrsêtê jî bi weşandina vîdyoyekê derbarê meşa îro li Têhranê de ragihand: Gelê Îranê di çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da daket kolanan.

Ajansa Nûçan a Associated Press`ê jî bi weşandina raporekê derbarê meşa roja 22`yê Behmenê li Îranê da pêgirî kir: Bi sedan hezar îranî daketin kolanên Têhranê û bajarên din ên mezin û biçûk ên vî welatî ta ku merasima çillsalîya Şoreşa Islamî ku di sala 1979`ê da ser ket, pîroz bikin.

Ajansa Nûçan a Xin Huwa ya Çînê jî di raporekê da ragihand ku bi sedan hezar îranî di merasima pîrozkirina çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da pişkdar bûn û durişmên dijî Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst qîrîyan.

TOLOnews a Efganistanê jî di raporekê da ragihand: Gelê Îranê di salroja serketina Şoreşa Islamî da ku di 11`ê Sibata sala 1979`ê da ser ket, daket kolanên Têhranê û şarên din ên vî welatî.

Kanala Euri News, France24, Ajansa Nûçan a Taran a Komara Azerbaycanê, Kanala Rusia Al Yawm a Ûrsêtê, Rojnamên New York Times û Wasihngton Post ên Amerîkayê, Rojnama Time Of India, Rojnamên National Post û Venkover Sun ên Kanadayê, Televîzyona Al Akhbaria ya Sûrîyê û Malpera Tele Sor a Vênêzoelayê jî bala xwe dan ser meşa pirrcoş a gelê Îranê di roja salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da.