Sibat 09, 2019 10:59 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji lêkolînên giştalî li ser kuştina Xaşiqçî

Berdeva Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê nêrîna vê yekîtiyê pêwîstiya lêkolînên giştalî û pêbawer derbarê kuştina rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî da zanîn.

Maya Kotsiyançîçc (Maja Kocijancic), Berdeva Fêdêrîka Mogirîniya Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Anatoliyê ra derbarê rola Erebistana Siûdî li kuştina Cemal Xaşiqçî, amaje bi lêkolînên Egnês Kalamard raportkerê taybet ê Mafên Mirovan ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got: Tu guherînek li nêrîna Yekîtiya Ewropayê di vî warî da pêk nehatiye.

Berdeva Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir: Divê l ser kuştina Cemal Xaşiqçî lêkolînên serbixwe pêk bên.

Egnês Kalamard (Agnès Callamard) raporkerê taybet ê Mafên Mirovan ê NY ku serokatiya tîma lêkolînên navneteweyî derbarê kuştina Xaşiqçî girtiye ustiyê xwe, vê dawiyê di rapora xwe da ragihandiye ku ev kuştina dltezîn bi plandarêştin û bi destê rayedarên siûdî va pêk hatiye.

Cemal Xaşiqçî (Jamal Khashoggi) rojnamegerê rexnekirê Rêjîma Alê Siûd roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Siûdî li Istenbûlê wenda bû û rayedarên siûdî piştî çend hefteyan derew û nixûmandinê, serê axir li xwe mukur hatin ku ev rojnamevan li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin.