Çile 12, 2019 20:07 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Yekîtiya Ewropayê digel gotûbêja dubare derbarê Brêgzîtê

Serokê Komîsiyona Ewropayê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê êdî bi dewleta Brîtanyayê ra li ser Brêgzîtê gotûbêj nake.

Li gorî rapora rojnameya Otrîşî ya Standardê, Jan Klod Yûnker Serokê Komîsiyona Ewropayê roja şem,iyê li bereberê dengê Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê bo Lihevkirina Brêgzîtê, her cûre gotûbêja dubare derbarê vê lihevkirinê red kir û têkçûna vê lihevkirinê wek Karesat bi nav kir.

Cêrmî Hant, wezîrê karên derve yê Brîtanyayê jî got: Dijayetiya nûnerên Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê li hemberî Lihevkirina Brêgzîtê dikare bibe sebeba lierdêmana pêvajoya derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê.

Li gorî gotina Kirîs Girîlîng wezîrê Veguhestinê yê Brîtanyayê, eger ev welata nekare ji yekîtiya Ewropayê derkeve, gelê ku dengê xwe dane piştevaniya ji Brêgzîtê, hest dikin ku hatine xapandin.

Trêza Mêya serokwezîra Brîtanyayê hewil dide da ku pêşnivîsa lihevkirina Brêgzîtê digel rêberên ewropî li parlimanê were pesendkirin.

Pirraniya serokên ewropî li ser vê mijarê pêgirî kirine ku tu gotûbêjeka nû li ser Lihevkirina Brêgzîtê dê pêk neyê.

Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê roja 15ê Çileya 2019an dê derbarê lihevkirina pêşniyarkirî ya Brêgzîtê ku di meha Mijdara 2018an da li Broksêlê hat bidestxistin, biryarê bide.