Bandora tehtîlbûna dewleta Emerîkayê ser ewlehiya veguhestina hewayî
Tehtîlêbûna dewleta Emerîkayê piştî munaqişeyên ser bûdcê, ewlehiya veguhestina hewayî rastî pirsgirêkê aniye.
Li gorî rapora France Pressê, Sendîkaya kedkarên beşa ewlehiya balefirgehan li Emerîkayê hişyarî dan astengiya bûdcê li vî welatî û felecbûna beşek ji dewleta federal, bandorên nalebar ser ewlehiya veguhestina hewayî û her wiha aboriya Emerîkayê hebe.
Van sendîkayan daxwaza kutabûna bi zûtirkê ya tehtîlbûna dewleta Emerîkayê kirin.
Wezareta veguhestinê ya Emerîkayê ku berpirsyariya kontrola rêwî û çenteyan heye û wezareta ewlehiya navxweyî ya vî welatî ku berpirsê kontrolkirina sînoran e, ketine ber bandora tehtîlbûna beşek ji dewleta Emerîkayê ku bûye sedema bêkariya 800 hezar kedkar û karmendan ji 22 kanûna 2018an .