Çile 10, 2019 09:12 Asia/Tehran
  • Moleta 3 rojî ya bêveger a Parlimana Brîtanyayê bo Trêza Mêyê sebaret bi Bêrgzîtê

Parlimana Brîtanyayê moleteka bêveger a sêrojî jibo serokwezîra vî welatî jibo raberkirina plana dewsgir a Lihevkirina Bêrgzîtê diyar kir.

Parlimana Brîtanyayê planek pesend kiriye ku li ser bingeha wê serokwezîra vî welatî li gorî pesendnebûna lihevkirina dewletê digel Yekîtiya Ewropayê, di heyamam sê rojan da plana dewsgir bide Parlimana Brîtanyayê.

Ev li halekî ye ku çaverêtî heye endamên Parlimana Brîtanyayê Sêşemiya din dengê Na bidin plana Bêrgzîtê ya serokwezîra Brîtanyayê.

Serokwezîra Brîtanyayê pêştir hişyarî pê da bû ku tenê rêya pêşîlêgirtina derketina bêyî lihevkirinê ji Yekîtiya Ewropayê, dengê Erê bo lihevkirina niha ya Bêrgzîtê ye.

Endamên Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê (House of Commons of the United Kingdom) Sêşemiya bihurî bi 303 dengên Erê li hemberî 296 dengên Na, daxwaza sererastkirina lihevkirina serokwezîra Brîtanyayê digel Yekîtiya Ewropayê li ser Bêrgzîtê an wergirtina hin garantiyan ku nîgeraniyên nûneran derbarê şêwaza danûstandina tev Yekîtiya Ewropayê di heyama Piştî Bêrgzîtê da wêda bide, kirin.

Lihevkirina derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê nasyar bi Bêrgzîtê divê ji 30ê Adara 2019an va bikeve qada cihanînê.