Kanûn 07, 2018 08:02 Asia/Tehran
  • Dewama nerazîtiyan li Fransayê / Artêş ji bo serkutkirinê tê nav kolanan

Mêdyayan qala hereketa hêzên artêşa Frasnayê ber bi Parîsê ji bo sekinîna li hemberî nerazîyan kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dewleta Fransayê ragihandiye ku ev kar bi mebesta girtina pêşiya qewimîna nearamiyan di rojên betlaniyê yanî Şemiyê û Yekşemiyê pêk tê.

Êdvard Fîlîp Serokwezîrê Fransayê got: Roja Şemiyê dê 65 hezar hêzên ewlehiyê li seranserî Fransayê bi taybet Parîsa paytext bi bich bibin.

Xwenîşandanên li Fransayê di hefteyên vê dawiyê da bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifên zêdetir li ser sotemeniya şêlik dest pê bû.

Piştra ev nerazîtî li dijî zêdekirin xercên jiyanê û siyasetên abûrî yên dewleta Êmanoêl Makronê serokomarê Fransayê berfireh bû û tevgera dijî Sermayedariyê (Capitalism) nasyar bi Êlegzeran pêk hat.

Dewleta Fransayê wek berteka li hemberî van nerazîtiyan di destpêkê da plana zêdekirina bc û xeraca li ser sotemeniyê bi qasî şeş mehan bi awayê demkî da rawestandin û roja Çarşemiyê bi tamî ev bername danî aliyekî.

Tevî viya, nerazîyan ragihandine ku dê roja Şemiyê xwenîşandana xwe bidomînin.

Sê partiyên dijber jî ragihandine ku Duşemiya tê anku 10ê Kanûna 2018an li qada gelemperî ya Parlimana Fransayê, dê plana Îstîzaha dewletê (Pirsîn û daxwaza şiroveyê ji dewletê) raber bikin.