Mijdar 06, 2018 20:37 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Amerîkayê 3 serokên PKK`ê xiste nav lîsteya terorê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê 3 serokên PKKê, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan, xiste nav lîsteya terorê û ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê wan 12 milyon dolar xelat diyar kir.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serokên PKKê de 12 milyon dolar xelat diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareya karên derve ya Amerîkayê, ji bo Hevserokê KCKê, Cemîl Bayik 4 milyon dolar, ji bo Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), Murad Karayilan, 5 milyon dolar û  ji bo Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê, Duran Kalkan 3 milyon dolar xelat hatiye diyarkirin.

Hat ragihandin ku ev biryar piştî seredana Cîgirê şêwirmedê Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Matthew Palmar a bo Enqerê de hate dayîn.

Matthew Palmar piştî seredana xwe ya ku 2 rojan berdewam kir daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Palmar da zanîn ku rêveberiya Waşîntonê girîngiyê dide hevkariya digel Tirkiyê û got di vê çaroveyê de  wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serokên PKKê xelat  diyar kir.