Îlon 16, 2018 15:33 Asia/Tehran
  • Tîma pêşeng a serokomarê Koreya Başûr çû Piyong Yangê

Karwanek pêkhatî ji 90 kes ji hevriyêbn serokom,arê Koreya Başûr îro anku Yekşemiyê berê xwe da Koreya Bakur da ku pêdiviyên sêyemîn civîna serokên du welatan li Piyong Yangê dabîn bikin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Serokomarê Koreya Başûr, Min Caê În biryar e di serê desteyeka 200 kesî roja Sêşemiyê bi firrîneka rasterast ji bo sêyemîn hevdîtina xwe bi Kîm Cong On, Rêberê Koreya Bakur, sefera Piyong Yangê bike.

Sêyemîn civîna serokomarên du koreyan bi armanca dewama gotûbêjên Nîvgirava Koreyê ji 18 heta 20ê îlonê li Piyong Yanga paytexta Koreya Bakur dê were lidarxistin.

Gotûbêjên du koreyan bi mebesta serêxwegirtina aştiyê li Nîvgirava Koreyê, 27ê Nîsana îsal û bi aamdebûna rêberên du koreyan li gundê Panmûncomê li sînorê du koreyan hat lidarxistin.

Rêberên du koreyan di daxûyaniya dawiya vê civînê da ku wek Daxûyaniya Panmûncomê hat naskirin, li warê  ``Jiçekkirina tam a Nîvgirava Koreyê``  li hev kirin ku Lihevkirina Teikandina Şêrr biguhere Soznameya Aştiyê.