Tîrmeh 13, 2018 21:12 Asia/Tehran
  • Piştî axiftina Trump li bara Brxîtê bihaya Pondê daket

Bihaya Ponda Ingilistanê li hember Dolarê Amerîkayê, roja îniyê li dû axiftina serokomarê Amerîkayê li bara Brêxîtê li bazarên pereyên biyanî daket.

Donald Trump, li hevpeyvîna bi belavoka Zêro Sanê (Zero Sun), plana pêşniyarkirî ya serokwezîra Îngilistanê ya derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê (Brêxzît) bi tundî da ber rexneyan û ewê pirsgirêkek li ser rêya serêxwegirtina hevhatina bazirganiya azad a di navbera her du welatan de da zanîn.

Donald Trump, duh pêncşemiyê, piştî nîvro di nava tivdîrên giran ên ewlehiyê de derbasî Îngilistanê bû. Ew îro ji tirsa rûbirûbûna bi neraziyên îngilîzî, bi serokwezîra Îngilistanê re li cihê mayîna wê ya li derveyî Londonê hevdîtin pêk anî.

Heya niha çend kombûnên nerizamedniyê dijî Trump li Îngilistanê hatine lidarxistin û xwenîşandana herî mezin a nerazî û dijberên Trumpê serokomarê Amerîkayê, li Londonê tê lidarxistin.