Adar 14, 2018 19:31 Asia/Tehran
  • Li ser îmkana dubarebûna jînûsayda misilmanên Miyanmarê, hişyarî hatin dayîn

Şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên girtina pêşiya jînûsaydê, hişyarî da ku dewleta Miyanmarê li dû jînûsaydeka din a misilmanên Ruhîngiyayê li eyaleta Raxînê ye.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya SKY News`ê, Adama Dîng, şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên girtina pêşiya jînûsaydê, got: Hemî agahî nîşan didin dewleta Miyanmarê li dû vê yekê ye ku eyaleta Raxînê ji hebûna misilmanên ruhîngiyayê paqij bike.

Dîng herwiha got: Eger rastbûna van agahiyan piştrast bibe, karê dewleta Miyanmarê, cinayet û jînûsayd e.

Dîng ku vê dawiyê seredana kempa awareyên ruhîngiyayê ya li Bengiladişê kiriye, got: Yên ku min bihîştine û min dîtine, pirsgirêkên van mirovan e ku dewleta Miyanmarê û civakên navneteweyî ji wan re pêk anîne.

Şidetên dijî misilmanên ruhîngiyayê li Miyanmarê, ji dawiya meha Tebaxa sala 2017`an ve destpê bûn.