Adar 14, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Hişyariya Lavrov bo Emerîkayê li bara tedbîrên neberpirsiyarane

Wezîrê karên derve yê Rûsyê ,Sergey Lavrov, li gel Mewlûd Çawûşoglu hevtayê xwe yê Tirkiyeyê civîneke rojnamevaniyê li Moskowê li dar xist. Çavuşoglu got ku "S-400 çiqasî zû werin, ewqasî baş e" û Lavrovî jî got "ji ber daxwaziya Tirkiyeyê dê radestkirina pergala parastina hewayî ya S-400ê were lezandin."

 Li gorî apora ISNA`yê, Sergeyî Lavrov, weîrê derve yê Rûsiyê û Mewlûd Çawûşoglu, wezîrê karên derev yê Tirkiyê bi hev re civiyan û gotûbêj kirin.

 Lavrov got : Yek ji mijarên  gotûbêjê,  hêzgeha  navokî ya Ak Koyûyê bû ku hewldana  ji bo hevkariya  li damezrandina  vê hêzgeha  navokî didome.Her du welatan hevkariyên  baş li warê aboriyê hene.

 Wezîrê karên derve yê Rûsiyê gotinên xwe wiha domandin: Her wiha  mijar û alûgorên  Rojhilata Navîn, Qefqaz, Ukrayn û Asiyaya navendî hatin  gotûbêjkirin.

 Li vê hevdîtinê her wiha  pêvajoya cihanîna  berpirsiayriyên  muzakirên  Astanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li bara vê yekê ku muzakire baş û kêrhatî bûn, nêrînên hevpar hebûn.

 Lavov li pişkeke din ji gotinên xwe bal kişand ser vê yekê ku  nêt û xereza Emerîkayê derheq   damezrandina navendan li Sûriyê agehdar e û got: Emerîka ji bo parvekirina  Sûriyê riyên  curbicur û sekinîna  ser vî welatî heta hetayê dikeve tevgerê û wî destnîşan kir: Li bara  xebitandian  çekên kîmyawî li Xûteya rojhilatê jî  hin kiryarên  alozîçêker di rojevê de ne.

 Wezîrê karên derev yê Rûsiyê destnîşan kir: Rûsiye li bara tedbîrên  neberpirsiyarane li Sûriyê bi tundî hişyarî daye Emerîkayê.

Lavrov got: Emerîka  bala civaka  cîhanî dikşîne ser mesela xelkê sivîl û kuştina  xelkê sivîl ên bêguneh û evê ji xwe re dike hincet ku viya ser xêr û kara qaweta hevalbendiya  emerîkî  bi kar bîne li halekê ku me ji hemî riyan hişyarî dane Emerîkayê.

 Mewlûd Çawûşoglu, wezrê karên derev yê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê got: Li vê hevdîtinê me bala xwe da ser berfirehkirina  hevkariyan li meselên  navçeyî û her wiha peydakirina  rêçareyan .

 Mewlûd Çawûşoglu, bal kişand ser vê yekê ku em li Sûriyê guherînên erênî dibînin û destnîşan kir: Tirkiye, Rûsiye û Îran tam piştgiriyê didine yekperçetiya erdê Sûriyê.

Wî destnîşan kir. Teşkîlatên mîna  El-Nusre li Sûriyê de hene ku divê bi Rûsiyê re li Sûriyê em li hember wan şêr bikin.