Sibat 15, 2018 16:53 Asia/Tehran
  • Itirafa Amerîkayê li bara cîgeha Hizbullahê li pêvajoya siyasî ya Libnanê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bereberê sefera bo Libnnaê got ku Hizbullah beşek ji pêvajoya siyasî li Libnanê ye û ev yek divê bi fermî were naskirin.

Li gorî rapora kanala Russia Today a Erebî, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson Çarşemiyê bi şev beriya sefera xwe ya Libnanê li Emana paytexta Urdinê got: "Divê em vê yekê bipejirînin ku Hizbullah beşek ji pêvajoya siyasî li Libnanê ye".

Gotinên Rêks Tîlêrson di rewşekê da ne ku Amerîkayê Hizbullaha Libnanê ji ber têkoşîna li hemberî Israîlê û komên têrorîst ên çalak li navçeyê, wek Koma Têrorîst daye zanîn û rola wê li Libnan û navçeyê Xerabker ragihandiye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêştir gotibû ku dê mijara Hizbullahê di serê gotûbêjên wî û rêberên Libnanê li seredana wî ya vî welatî be ku biryar e roja Pêncşemiyê anku îro pêk were.

Tîlêrson li sefera Libnanê dê tev Mîşil Ewnê serokomar, Seid Herîriyê serokwezîr û Nebî Biriyê serokê parlimana vî welatî hevdîtin bike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo seredana çend welatên navçeyê roja Yekşemiyê çû Misrê û sefera bo Urdin, Libnan, Kuwêyt û Tirkiyê jî di bernameya sefera wî da bû.