Sibat 15, 2018 15:54 Asia/Tehran
  • Mosko: Çarenivîsa Bişar Esed tenê girêdayî bi gelê Sûriyê ye

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku çarenivîsa serokomarê Sûriyê tenê ji aliyê gelê vî welatî va dê were diyarkirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Mîxaîl Bogdanof li hevpeyivîneka bi nûçegihanan ra ragihand: Gotûbêjên vê dawiyê yên Sûçiyê bi amadebûna çîn û qatên cûrbicûr ên civaka Szûriyê ji wan kurdan ev yek nîşan da ku gelê vî welatî bi biryar in ku hakimiyet, yekîtî û yekparçetiya axa xwe diparêzin.

Bogdanofî di de wamê da got: ``Tu yek ji nûnerên beşdar li vê konfêransê daxwaza parçekirina Szûriyê nekirin``.

Bogdanofî her wiha got: ``Heke dijberên sûrî fikir dikin ku gelê Sûriyê divê zêde ji berendamek ji bo posta serokoamrtiyê hebin, bes lazim e ku bilez û bi awayekî berpirsiyarane û kêrhatî û bêyî diyarkirina pêşmercekê li gotûbêjên Jinêvê bona cihanîna biryarnameya 2254`ê ya Konsdeya Ewlehiyê ya NY li warê guhertina qanûna bingehîn û lidarxistina hilbijaritnê bi çavdêriya NY beşdar bibin û heke li hilbijartinê ser ketin, ew ê bigihêjin arm,ancên xwe; Lê ez gellek bi şik û guman im ku gelê Sûriyê pişta van kesan bigire.