Çile 13, 2018 16:57 Asia/Tehran
  • Berteka tund a 54 welatên afrîqî li hmberî bêrêzîya Trump

Sefîrên 54 welatên afîrîqî li NY gotinên bêrêzîyê yên serokomarê Amerîkayê têkildarî afrîqîyan şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, sefîrên 54 welatên afrîqî li NY roja înîyê bi daxûyanîyekê tevî şermezarkirina gotinên nijadperestane û bêrêzîkirinê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê li dijî welatên afrîqî û afrîqîyên li Amerîkayê dijîn, xwestin ku Trump lêborînê bixwaze û ji gotinên xwe vegere.

Wan sefîrana têkildarî dewama helwestên ijadperestane yên dewleta Amerîkayê û şexsê Trump li dijî koçberên afîrîqî û postreşan dilgiranîya xwe nîşan dan.

Trump roja pêncşemê li axavtineke bêrêzane Hayîtî, Alsalvador û hin welatên afrîqî ``gemarxane`` bi nav kirin û xwest ku wergirtina koçberên ji van welatana bê rawestandin.

Hayîtîyê jî wek berteka li hemberî gotinên Trump ên li dijî gelê vî welatî, sefîrê Amerîkayê vexwende wezareta karên derve.

Nivîsgeha Mafên mirovan a NY jî duh gotinên bêrêzane yên Trump ``nijadperestane`` zanîn.