Çile 10, 2018 10:37 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê careka din pişta Lihevkirina Atomî girt

Berdevka Yekîtiya Ewropayê roja Sêşemiyê destnîşan kir ku ev yekîtî dê dewamê bide piştevaniya xwe ji Lihevkirina Atomî û cihanîna wê.

Li gorî rapora IRNA`yê, berdevka Yejkîtiya Ewroapyê, Katrîn Rêyê (Catherine Ray) got ku Lihevkirina Atomî ya di navebra îranê û Koma 5+1`ê divê were parastin.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê jî di mehên dawî da bi caran tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar girêdayî bi civaka navneteweyî ye, pişta vê lihevkirinameya navneteweyî girtibû.

Berdevka Yekîtiya Ewropayê, katrîn Rêyê her wiha ragihand ku wezîrên karên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanê dê roja Pêncşemiyê, 11`ê Çileya 2018an li Broksêla paytexta Biljîkayê bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê ra hevdîtinê pêk bînin û dê li ser Lihevkirina Navokî biaxivin.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (Amerîka, Inglîs, Fransa, Rûsiye û Çîn) ji meha Çileya sala 2016an va ketiye qada cihanînê.

Lê Trump hertim dixwaze ku vê lihevkirinameya navneteweyî binpê bike.

Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, berûvajiya helwêstên  aliyên din ên rêketinama navokî,  tim rêketinnama navokî, hevhatineke  Bi Xeter daye zanîn û daxwaza lihevxistinê wê dike lê cîhan dijberê vê  kiryara serokkomarê Amerîkayê ye.