Hevdîtina Cabêriyê- Ensarî tev alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskowayê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa erebî û Efrîqayê û muzakirekirê pilebilind ê Îranê li muzakirên ``pêvajoya Astanê`` jibo çareseriya qeyrana Sûriyê tev alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskowayê hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Cabêriyê- Ensarî roja sêşemiyê li hevdîtina Mîxayîl Bogdanof alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li karûbarên Rojhilata Navîn li Moskowayê li bara alugurên navçê ser mijara Sûriyê gotûbêj kir.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê birayr e li sefera xwe ya Moskowayê tev Elêksander Lavrêntîv nunerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê hevdîtin û gotûbêjê bike.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa erebî û Efrîqayê roja sêşemiyê jibo gotûbêj û şêwirîna tev berpirsên Rûsiyê li bara dawîn alugurên Sûriyê û hevkariyên navçeyî yên du welatan gihêşte Moskowaya paytexta Rûsiyê.
Muzakireyên `` Pêvajoya Astanê`` ser însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiyê û Tirkiyê bi armanca çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê pêk hat û heya niha heft dewrên muazkirên sûrî-sûrî li Astanê, paytexta Qezaqistanê hatine li dar xistin.