Guterres: Divê îmakana jiyana normal jibo misilmanên Miyanmarê pêk were
Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dilgiraniy xwe li bara tund û tûjiyên li dijî misilamnên Rohîngiyayî yên Miyanmarê da xûyanê û got: Divê îmakan jiyana noral jibo van kesana pêk were.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Guterres çarşemiya şevê got: Divê bo misilmanên eyaleta Raxînê ya Miyanmarê mafê welatîbûnê an herîkêm rewşeke hiqûqî were dayînê ku îmakana jiyana normal ji wan re pêk were.
Sekreterê giştî yê NY her wiha got: Rayedarên Miyanmarê divê bi zûtirkê tund û tûjiayn dawî bînin û mafê vegeryanê bo kesên ku neçar mane terka welat bidin bi fermî nas bikin.
Li gorî ragahndina NY ji 25 Tebaxê heya niha ku tund û tûjiyên artêşa Miyanmarê û yên bûdaiyên tundrew li dijî misilmanên Rohngiyayê zêde û dijawar bûne nêzîkî 400 hezar kes ji kêmînên misilman ên Rohîngiyayê ji tirsa canê xwe berê xwe dane Bengladêşê. Zêde ji 6 hezar kes ji misilmanên Rohîngiyayê hatine kuştin û 8 hezar kesên din jî birîndar bûne.