Îlon 13, 2017 07:40 Asia/Tehran
  • Mogirînîyê careke din ji Lihevkirina Navokiyê piştgirî kir

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Sêşemiyê li parlimana Ewropayê dîsan ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" piştgirî kir.

Piştgiriya ducarî ya Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînîyê ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" li halekî ye ku Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê li Arjantînê û hevdeng digel Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku hertim, daxwaza tevlihevkirina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" dike, ev lihevkirin wek lihevkirineke nebaş da zanîn û xwest ku were guhertin û eger bû were betalkirin.

Nûnera hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Nîkî Hîliyê jî roja Sêşemiyê, 5ê Îlona 2017an, angaşt kir ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" nivîşkan û sînordar e û divê li bara naveroka wê ji nû va gotûbêj were kirin.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê vê dawiyê tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" ya Civata Navneteweyî ye, ragihand: "Ev lihevkirin, lihevkirinek nîne ku dualî hatibe pesendkirin û guhertina wê pêkan be".

Wezîrê karên derve yê Fransayê, Jan Îvê Lo Diriyan jî roja Çarşemiyê, 6ê Îlona 2017an tevî piştgiriya ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar", got: "Parîs dilgirana helwêstên Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê li bara Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi "Bernameyaa Giştalî ya Pêngava Hevpar" ye".