Tîrmeh 18, 2017 16:16 Asia/Tehran
  • Amerîkayê çeka xwe herî nû ya Leyzêrî li Kendava Farsê ceriband

Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî firokeyên bêfirokevan ên Îran, Koreya Bakur, Çîn û Rûsiyê, çeka xwe ya Leyzêrî ya bi navê Laws`ê li avên Kendava Farsê têst kir.

Li gorî ragiahndina ISNA`yê ji zarê Rianovestiyê, kapîtanê hêza deryayî ya Amerîkayê,, Krîstofêr Wîls li vî warî da got: ``Ev çeka leyzêrî ji avêtina gulleyê deqîqtir kar dike û têknolojiya gellek pêşketî li warê çekdariyê têda hatiye bikaranîn``.

Li gorî gotina wî, ``Ev çekeke taybet û bêhempa li pêşeyên berevaniyê yên nAmerîkayê ye û ji bo jinavbirina firokeyên bêfirokevan tê bikaranîn; Ji ber ku welatên Îran, Koreya Bakur, Çîn, Rûsiye û dijberên din ên me wê bi kar tînin``.

Wî got: ``Li ceribandina vê çeka Leyzêrî, balê firokeya bêfirokevan bilez agir pê ket û tîna wê gihîşte zêde ji 1000 pileyê û derdem rawestiya û kete nav avê``.

Li gorî gotina karzanên çekdariyê, ev çeka teze 50 hezar carî bileztir ji mûşekên Balistîk ên navparezemînî kar dike û ji aliyê din va hatina bê tu bandorekê li ser karê vê çekê nake.

Ji taybetiyên bêhempa ên çeka nû ya leyzêrî ya Amerîkayê ev e ku bêdeng û nexûya tê avêtin.