Tîrmeh 17, 2017 08:42 Asia/Tehran
  • Almanya: Erdogan hikûmeteke dîktatorî dixwaze

Cîgira serokê parlemana Almanyayê got: Erdogan bi dû damezirandina hikûmeteke dîktatorî di nav Tirkiyê ye, loma li rewşeke wiha pêwîst e piştevaniya neyarên dewleta Enqerê bê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Klodiya Rût cîgira serokê parlemana Almanya di press konferansekê de bal kişande ser viya ku Erdogan bi dû pêkanîna hikûmeteke dîktatorî di nav Tirkiyê de ye û got: Li rewşeke wiha pêwîst e dewleta Almanyayê piştevaniya neyarên dewleta Enqerê bike.

Klodiya Rût li bersiva pirsekê ji aliyê nûçegihanê rojnama Koelner Stadt Anzeiger a Alman bal kişande ser viya ku nîzikî sedî 50 ji xelkê Tirkiyê neyariya xwe li hemberî giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn li vî welatî nîşan dan û got: Neyarên Erdogan bi dû pêkanîna civateke azad û dîplomatîk li Tirkiyê ne, loma pêwîst e piştevaniya wan bê kirin.

Cîgira serokê parlemana Almanya herwisa ji dewleta vî welatî xwest ku hema bi lezgînî danûstandinên tecarî tev Enqerê û alîkariyên ku bona Tirkiyê têne şandin qut bibin.

Peywendiyên navbera Enqerê û Berlînê piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmeha sala 2016 aloztir bûye, ji ber ku dewleta Almanya daxwaza penaberiya hinek ji eskerên Tirkiyê qebûl kir.

Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê jî çend rojnamevanên almanî yên ku li nav Tirkiyê dixebitîn girtîn û zîndanî kirin, Ji aliyê din ve dewleta Almanya berî birêketina giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn, nehêşt berpirsên Tirkiyê ku li civîna welatiyên tirk yên ku li nav Almanyayê dijîn biaxivin.