Sibat 16, 2017 09:33 Asia/Tehran
  • Trump: Ez hez dikim balyozxaneya Amerîkayê li Qudsê be

Donald Trump serokomarê bi gengeşe yê Amerîkayê êvara çarşemiyê li civîna çapemeniya hevpar digel Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Israîlê li Koşka Sipî got: Gellek beraqil e ku balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsa dagirbûyî bê veguhestin.

Li gorî rapora Press TV`yê, rayedarên Rêjîma Siyonîst bi caran ji welatên ku digel vê rêjîmê peywendiyên xwe hene xwestine ku balyozxaneya xwe ji Til Avîvê veguhezînin Qudsa dagirbûyî, lê van welatan ji tirsa bertekên raya giştî heta niha ev kar nekirne û pêşengbûna Amerîkayê li vî warî da nîşana piştgiriya vî welatî ji rêjîma Israîlê tevî dagirkerî û cinayetên ber bi zêdebûnê yên vê rêjîmê ye.

Donald Trump her wiha berovajî aliyê din ên Lihevkirinnameya Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li vê civîna çapemeniyê dîsan jî pêgirî kir: `Lihevkirina Navokî digel Îranê yek ji xerabtirîn lihevkirinan e ku min heta niha dîtiye`.

Serokomarê Amerîkayê bi gotina viya ku dewleta wî hin boykot li dijî Îranê sepandine û piştî viya jî dê kiryarên zêdetir pêk bîne, îdia kir: `Ev boykot ji bo viya ne ku em dilniya bin ku Îran çekên navokî bi dest naxe`.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst jî li vê civîna çapemeniyê ji piştgiriya bêyî lê û loyan a Amerîkayê sipasî kir û îdia kir ku ev rêjîma zarokkuj qurbaniya kiryarên dijminane û ne-munsifane yên hinek ji welatan e.

Nêtanyahû her wiha di dewama gotinên xwe yên dijî Îranê da îdia kir ku bernameya navokî ya bi aştêî ya Îranê gefek ji bo Israîlê ye,.

Ev gotinên Donald Trump û Nêtanyahû li halekî ne ku li gorî raporên Ajansa Navneteweyyia Ênêrjiya Atomê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê, Îranê hertim tevayê sozên xwe li warê Lihevkirina Navokî cih anîne.

Her wiha li gorî gotina welatên ewropî, eva Amerîka ye ku hertim astengîderxistina xwe li warê Lihevkirina Navokî didomîne.

Donald Trump di heyamam rikeberiyên hilbijartinên serokoamrtiya Amerîkayê, hertim Lihevkirinnameya Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wekî `Karesat` û `Xerabtirîn lihevkirina dinyayê` dabû zanîn û soz dabû ku eger bigihêje Koşka Sipî wê di heman yekem rojê da wê lihevkirinê bidirîne.