Serleşker Selamî: Gotinên amerîkîyan derheq alîkarîya bo gelê Îranê derew in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i314340-serleşker_selamî_gotinên_amerîkîyan_derheq_alîkarîya_bo_gelê_Îranê_derew_in
Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî gotinên amerîkîyan têkildarî alîkarîya bo gelê Îranê xapokîn û derew zanîn û got: Îran ne hewcedarê alîkarîya wan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2020 15:55 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Gotinên amerîkîyan derheq alîkarîya bo gelê Îranê derew in

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî gotinên amerîkîyan têkildarî alîkarîya bo gelê Îranê xapokîn û derew zanîn û got: Îran ne hewcedarê alîkarîya wan e.

General Hisên Selamî Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî îro li rex manovra seranserî ya berevanîya bîyolojîk û opêrasyona paqijkirina jîngehê ya bi navê Şehîdên Berevanê Tenduristîyê li Têhranê herwiha got: Rayedarên amerîkî hertim dijminê gelê Îranê ne.

Wî bi gotina vê yekê ku Serokomarê Amerîkayê gelê Îranê têrorîst bi nav kirîye û ew xistîye ber zexta gef û boykotên cîhanî, dîyar kir: Rayedarên amerîkî hewil dan ku gelê Îranê tûşî pirsgirêkên debarê bikin lê, nekarîn.

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: Heke gelê Amerîkayê hewcedarê alîkarîyê ye, Îran jibo alîkarîyê amade ye.