Îlon 17, 2016 18:38 Asia/Tehran
  •  Çîrokên kurdî tên berhevkirin

Çîrokên kurdî (kurmancî) yên ku bisaya zargotinê di nav xelkê kurd de mane li herêma Serhedê tên komkirin.

Çîrokên kurdî yên nehatine nivîsîn û bi jibîrkirinê re rû bi rû mane, di pirtûka bi navê "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok Ji Herema Serhedê" hatin berhevkirin.

Li gorî rapora kanala SAHAR`ê û ji zarê DÎHA`yê, gelek çîrokên kurdî yên ji bîr bûne û di serdema me de nayên gotin gelek ji holê winda bûn. Lêkolînerê b navê Nîhat Oner gund bi gund digere û çîrokên bi jibîrbûnê re rû bi rû mane berhev dike û di bin navê pirtûka "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok Ji Herema Serhedê" de berhev kir û pirtûk ji weşanxana Avesta derket pêşberî xwendevanan. Oner bi lêv kir ku çîrok di çanda kurdî de cihekî taybet digire, ev xebata wî jî 8 sal e dewam dike û ev tişt got: Min li Agiriyê dest bi berhevkirinê kir. Min dengên kesên pîr û kal qeyd kir. Piştre ev derbasî nivîsan kir. Der barê naverokê de jî baldariyeke me hebû.

Oner aşkera kir ku wî di 8 salan de 110 çîrok berhev kirine û wiha axivî: Mîrza Mihemed pirtûka min yekemîn e. Di pirtûkê de 50 helbest hene. Ez ê îro pêde jî xebatên xwe berdewam bikin.

Oner da zanîn cara ewil ev çîrok bi awayekî nivîskî tên nivîsîn û wiha pêde çû: Min berê gelek pirtûkên çîrokan lêkolîn kiribû. Pirtûkeke wekî vê pirtûkê çîrokan vebêje tune. Dîroka van çîrokan ne diyar e. Dema tu ji çîrokbêjan dipirsî tu ji kû hîm bûyî? bersiva 'Ez ji kal û pîrên xwe hîmbûm' didin. Ev çîrokên kurdî dîroka wan gelekî kevn e. Tişta ji bo min girîng ev pirtûk cara ewil tên nivîsîn. Dê êdî winda nebin.

Oner bal kişand ser çîrokên ji bo zarokan tên gotin jî û got ku divê zarokên kurdistanî bêyî çîrok neyên mezinkirin û girîngiya vê jî wiha şîrove kir: Zarok ji çîrokan dûr mezin kirin, ji çanda kurdî dûr mezin kirin e.

Oner destnîşan kir ku navê Betalê Qazî û Silêmanê Kurd jî di pirtûka çîrokan de derbas dibe û der barê girîngiya wê de jî ev tişt anî ziman: Çîroka herî balkêş a di pirtûkê de jî çîroka Battal Gazî yê di sînemaya tirk de derketiye pêş e. Min çîroka Battal Gazî ji kalekî 89 salî guhdar kir. Ev kal ne xwandin û ne jî nivîsandina wî heye ne jî ev çîrok di televîzyonekî de temaşe kiriye. Min got te ev çîrok li ku guhdar kir, got 'Min ji pîra xwe guhdar kiriye.' Wê demê min fêm kir ev çîroka kurdî ye. A din jî çîroka Silêmanê Kurd a li navçeya Diyadînê ya Agiriyê bû. Di vê çîrokê de jî cara ewil navê kurdekî derbas dibû û balkêş bû.

Oner piştrast kir ku gelek çîrokên kurdî li çanda tirkan hatiye barkirin û di vê der barê de jî ev agahî da: Wekî di çîroka Battal Gazî dei gelek çîrokên kurdî hatine talankirin. Mînak, çîroka 'Keçelê Pîrê' yek jî çîrokên kurdî ye. Lê vê di çanda tirkî de wekî Keloglan cih girtiye. Li gorî min li herêmên kurdan geriya ne û ev tev birine kirine malên xwe. Wekî çîroka Rosstemê Zal.