Erdogan ser giringiya `` hevalbendiya Cimhûrê`` li Tirkiyê sekinî
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser girîngiya ``Hevalbendiya Cimhûrê`` sekinî.
Receb Teyib Erdogan li civîna heftiyê ya partiya Dad û Geşepêdanê ( AKP) wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên Dewlet Baxçelî serokê partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê( MHP) raghand: ``Hevalbendiya Cimhûrê`` divê serratir ji mijar û behsên siyasî yên rojê, were parastin.
Dewlet Baxçelî, serokê partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê li civîna partiyê li parlemana Tirkiyê gotiye: Dewama yekitiya navbera Cimhûrê bi partiya Dad û Geşepêdanê ji viya zêdetir nemumkin e û li hilbijartinên herêmî yên meha Adara 2019` an ti yekitiyek navbera van du partiyan dê cih neyê.
Baxçelî ev kiryara wek berteka li hember helwestên vê dawiyê yên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara qanûna efûkirinê û vegeryana sondxwarinê bo xwendingehan nirxand û got: Em ji qanûna efûkirinê venakişin û emê ser mijara vegera sondxwarinê jî bo xwendingehan bisekinin.
Bê guman derketina partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê ji hevalbendiya Cimhûrê dê derbeyeke giran li partiya serdest a Tirkiyê xîne bi taybet ku ev partiya netewexwaz a Tirkiyê ji mesela giştpirsiya sala 2017`an tevlî yektiya bi partiya serdest a Dad û Geşepêdanê re bû û bi vê yekitiyê, piraniya armancên partiya serdest a Tirkiyê û şexsê Erdogan serokkomarê Tirkiyê cih hatin, lê ``Hevalbendiya Cimhûrê`` vedigere hilbijartinên parlemanî yên îsal li Tirkiyê. Bereberê 24 Hezîrana sala 2018` an du hevalbendî li warê siyaseta navxweyî ya Tirkiyê pêk hatin.
``Hevalbendiya Cimhûrê`` pêkhatî ji partiyên Dad û Geşepêdanê, Tevgera Neteweyî û partiya Yekitiya Mezin û hevalbendiya Milet ku pêk hatiye ji partiyên Komarîxwaz a Gel, Îyî partî, Seadet û Demokratê, du hevalbendiyên Tirkiyê bona hevrikiya li hilbiajrtinên parlemanî yên Tirkiyê dihatin hesabê.
Xala balkêş li vî warî eva ye ku pirsgirêka navbera endamên hevalebndiya Cimhûrê mijareke teze nîne. Pêştir jî partiya Yekitiya mezin ku partiya din a hevalbendiya bi partiya serdest a Tirkiyê tê hesabê, dixwest ku ji ``Hevalbendiya Cimhûrê`` derkeve. Ev partiyên hevalbndiyê biryarên şexsê Erdogan hegera sereke ya xwe bona derketina ji hevalbendiyê raghandine. Loma Bolwent Tûran serokê fraksiyona partiya Dad û Geşepêdanê li parlemana Tirkiyê li axiftinekê wek berteka li hember gotinên serokê partiya Tevegra Neteweyî û piştgiriya ji serokkomarê Tirkiyê gotiye:
Receb Teyib Erdgan tenê kesê biryarder li partiya Dad û Geşepêdanê nîne. Nirxandin û şiroveyên li bara vê mijarê ku Receb Teyib Erdogan tenê kes e ku birayrê dide, bê edaletî ye. Me 17 sal dawî kirin. Ger serokê partiya me şêwirîna bi endamên partiyê re xwe re nekira mînak û ger baweriya xwe li tîma ku hebû, neaniya , me nedikarî bighêjin van cih û şûnan.
Karzan, işkesta hevalbendiya Cimhûrê sedema muhtemel a işkesta partiya Dad û Geşepêdanê li hilbijartinên herêmî yên konseya şaredariyên Tirkiyê dizanin. Vêca ger partiya dijber li hilbijartinên herêmî bi ser kevin, bê guman partiya serdest a Edalet û geşepêdanê,hêdîd hêdî dê li dewra din a hilbijartinên serokkomarî û parlemanî ya Tirkiyê ji dest bide.