Cotmeh 02, 2018 11:04 Asia/Tehran
  • Pêgirîya rêberê giranqedir ê inqilabê ser pêwîstîya gîhandina peyamên sîyasî yên Hecê bo misilmanan

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî di hevdîtina digel hejmareke berpirs û kargêrên Sazîya Hec û Zîyaretê ya Îranê bal kişand ser ber û layên sîyasî yên Hecê û pêgirî li ser gîhandina peyamên sîyasî yên Hecê ji bo cîhana islamê kir.

Hezretê ayetullah Xaminêyî got ku kombûna misilmanan di dem û cihekî kivşkirî û taybet de ji bo lidarxistina ferîzeya Hecê ber û la û peymanên sîyasî yên girîng ên fenanî ``pêwîstîya peywendî û jihevduhîmbûna misilmanan`` û ``nîşandayîna iqtidara umeta islamê`` hene û bi bîr xist: Bilî hêla meinewî ya Hecê ku gellekî girîng e, divê rastî û armancên islamî jî bên berbiçavkirin û ji bo wan plan bên darêştin û pêngav werin rakirin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li pişkeke axavtina xwe derbarê rastî û peyamên sîyasî yên Hecê de bal kişand ser mijara kavilkirina berfire ya berhem û şûnewarên islamî yên mînanî berhem û şûnewarên ser bi navê pêxemberê hêja (S), hezretê Elî (S), xelîfe û têkoşerên destpêka islamê bi heceta berfirekirina Hecê û bi tundî ev yeka rexne kir û got: Di halekî de ku welatên cîhanê bi awayekî hûr û baldarîyê şûnewarên xwe yên dîrokî diparêzin û heta carina ji bo dewlemendnîşandana dîrok û rabhorîya xwe, şûnewarên sexte saz dikin, heta niha gellek şûnewar û berhemên islamî li Mekke û Medînê hatine kavilkirinê.

Kavilkirina berfire û berdewam a mîrasa mirovî û dîroka şaristanîyeta islamî ji esas û hizrên xalifî yên binemala Siûdî çavkanîyê digire ku di vê serdemê de jî didome.

Di çend salên vê dawîyê de, proja qaşo berfirekirin û nûjenkirinê bûye sedema jinavçûn û xirabkirina gellek şûnewar û berhemên dîrokî yên serdema resûlê ekrem (S). Rojnama Al Safir çapa Libnanê di raporekê de nivîsî: Li gorî bawerîya çavdêran, şûnewar û berhemên dîrokî yên zef girîng ên Mekke û Medînê qet berbendek ser rêya berfirekirin û nûjenkirina van du warên pîroz nebûne.

Kovara Foreign Policy ya Amerîkayê jî di raporekê de ji zarê Irfan Elewî rêvebirê navenda Lêkolînên Mîrasa Islamî nivîsî: Têkbirina şûnewar û berhemên dîrokî li Mekkê li gorî planê didome.

Zîya ul Dîn Sardêr lêkolerê misilman ê ingilîsî di vî warî de ji rojnama Lobovan a fransî re got: Şarê jidêbûna pêxember (S) şibandine Disneyland`ê. Wî pêgirî kir ku pergala hikimdar li Erebistanê şûnewarên dîrokî yên li Mekkê bere bere ji nav birine û ji dehsalîya 70`yî ve xirabkirina li gorî planê ya şûnewarên herî dîrokî û pîroz ên islamî dibînim.

Li gorî encamên lêkolînan, ji destpêka çêkirina avahîyên nû di nîveka dehsalîya 90`î ve li Mekke û Medînê, zêde ji sedî 95`ê avahîyên ku temenê wan bi hezaran sal bûn, hatine xirabkirinê.

Ev karana bûyerên tel ên di navbera salên 1904 û 1925`ê bi bîr tînin. Di wan salan de binemaal Siûdî qebra pêxemberê ekrem (S) û sehabeyên wî xirab kir û mizgevt û malên ehli beytê (S) û zîyaretgeh û zevîyên pîroz wêran kirin. Kiryarên ku binemala Siûdî yan faşîsma Wehabî di warê xirabkirina şaristanîyeta islamî û dîroka mirovî de li nîvgrava Erebistanê destpê kirin, bi destê DAIŞ`ê li deverên din hatin şopandin. Bê şik rol û karê binemala Siûdî li herêma ereban çi bi awayê aşkira çi bi awayê nihênî di çarçova jinavbirina hemî nîşanên islamî û şaristayîeta mirovî de ye.

Wan ala Wehabîyetê wekî durişm û bawerîya xwe bilind kirin û bûn darê destê Rêjîma Sîyonîst. Eva tam ew rastîya ye ku rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser wê û wek pişkeke berpirsîyên giran ên warê gîhandina peyamên sîyasî yên islamê di dema merasima Hecê de pêgirî li ser pêwîstîya aşkirakirina esas û rûyê rastî yê van liv û tevgerana û nasandina rûyê rastî yê binemala Siûdî di warê kavilkirin û jinavbirina şûnewar, nirx û nasnama islamî de pêgirî li ser wan kir.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba  Îslamî, Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê û saziyên têkildarî wê erkdar kirin ku ji bo girtina pêşîya xirabkirina şûnewarên mayî yên islamî insîyatîvê bigirin destê xwe, kar bikin û bi berpirsên karên hecê yên welatên din ên misilman re bikevin têkilîyê.