Îlon 26, 2018 19:20 Asia/Tehran
  • Konseya Hevkariya Kendava Farsê, konseyeka bêbandor û felecbûyî

Mîrê Qeterê, Şêx Temîm Bin hemed Alê Sanî di heftê û sêyemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de got ku Konseya Hevkariya Kendava Farsê bûye konseyeka felecbûyî.

Kevneşopiya erebî tûşî kêşeyên ciddî bûye û wer xûya dike ku em dikarin wek wek tecrugbeyeka serneketî bizanin. Erebistan û Misrê di nîveka sedsala bîstan da gellek hewil dane ku bi behrewergirtina ji potansiyêla nêrînên bnyatşopiyê, armanc û berjewendiyên xwe dabnî bikin. Misrê bi damezirandina Yekîtiya Ereban û ERrebistana Siûdî jî bi damezirandina Konseya hevkariya Kendava Farsê binyatşopî li cîhana erebam şopandin. Eger çi ku Yekîtiya Ereban bi damezirandina civînan hema wisa hebûna xwe radigihîne, lê rastî ev e ku bandoreka ewqs li cîhana ereb tuneye û nekariye pirsgirêkên welatên îslamî kêm bike. Konseya hevkariya Kendava Farsê , lê heta civînên xwe yên salê jî li dar naxe  ûdi 15 mehên bihurî da tûşî nakokiyên navxweyî yên giran bûye û bi nêrîna Mîrê Qeterê, van nakokiyan ev konse felec û bêkêr kirine.

Tevî derbasbûna 15 mehan,. ne tenê sê welêatên Erebistan, Imarat û Behrêynê ku sê endamên Konseya hevkariya Kendava Farsê ne, tu pêngavek ji bo kêmkirina kêşeya digel Qeterê wek endamekî din ê vê konseyê rahnekirine, belkî hema wisa di riya zêdekirina kêşeyan pêngavan radikin. Li vî warî da stratijiya boykotkirina Qeterê ku ji aliyê sê welatêîn Erebistan, Imarat û Behrêynê va hatiye berxwegirtinê, hema wisa tê şopandin û heta Erebistanê dil heye bi kanaleka deryayî bi tamî Qeterê ji welatên erebî yên derdora Kendava Farsê cuda bike.

Li vî warî da, malpera erebostanî ya Sebeqê beriya viya bi raporekê nivîsî: Desteyeka sermiyandanerên siûdî pêkhatî ji şeş kompaniyan derbarê çêkirina kanala deryayî li dirêjahiya sînorê Qeterê û bi armanca cudakirina Qeterê ji welatên erebî yên derdora Kendava Farsê dixebite. Li gorî rapora malpera Sebeqê, ev kanala nû ji derbasgeha sînorî ya Selviyê navbera QWeter û Erebistanê dest pê dibe û digihêje Xor El Edîdê li Reis Ebu Qemîsê li kendava Farsê da ku dirêjahiya perrava rojhilat tam bikeve ser Erebistana Siûdiyê.

Şêx Temîm, Mîrê Qeterê jî li axaftina xwe ya roja bihurî li Civîna Civata Giştî ya NY ji stratijya boykotkirina Qeterê rexne kir û got: Dorpêça ku li dijî Qeterê ji salek beriya niha va dest pê bûye, derbe li pênaseya Konseya hevkariya Kendava Farsê xistiye û ev konse felec kiriye.

Mentiqa ``Li gorî zorê`` ya Erebistana Siûdî hokara qewimîna kêşeyê li nav Konseya hevkariya Kendava Farsê ye û di dewamê da jî  bûye sebeba berxwegirtina stratijya boykotkirin û dorpêçkirina Qeterê. Erebistana Siûdî li ser esasa vê mentiqê bi bawer e ku tevahiya endamên Konseya hevkariya Kendava Farsê divê li gorî siyasetên Riyazê tevbigerin û hekle visa nekin Mentiqa Zorê li çarçova şêwazin weke boykota dijî welatê ne-hevrê tê bikaranîn. Ev nêrîan Erebistana Siûdiyê nîşan dide ku hîn fikra binyatşopiyê li nav welatên erebî fikreka bingehîn û li gorî felsefeya binyatşopiyê nine.