Îlon 23, 2018 11:59 Asia/Tehran
  • Berteka cîhanî li hemberî êrişa têrorîstî ya li Ehwazê

Wezareta Karên Derve ya Fransayê, êrişa têrorîstî ya li Ehwazê ku di encamê de hejmarek hêzên leşkerî û welatîyên sivîl ji wan jin û zarok şehîd û birîndar bûn, şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê şeva buhurî di daxûyanîyekê de sersaxî da gel û malbatên şehîd û birîndarên vê bûyerê û xwe şirîkê xem û kesera malbatên wan zanî û ragihand ku Fransa êrişa têrorîstî ya li Ehwazê bi tundî şermezar dike.

António Guterres sêkrêtêrê giştî yê NY jî şeva buhurî di daxûyanîyekê de êrişa têrorîstî ya li Ehwazê li başûra rojavaya Îranê şermzar kir.

António Guterres di vê daxûyanîyê de xwe şirîkê xem û kesera dewlet û gelê Îranê û malbatên şehîdên vê êrişa têrorîstî zanî û ji bo birîndaran şifaya lezgîn xwest.

Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê jî di peyamekê bo Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê de ji ber şehîdbûna hejmarek welatîyên îranî sersaxî da.

Serokomarê Rûsîyê pêgirî kir ku tişta li Ehwazê qewimî, careka din pêwîstîya têkoşîna tund li hemberî têrorîsmê nîşan dide.

Alîster Bert alîkarê wezîrê karên derve yê Ingilîsê jî di peyamekê bi rêka Twwiterê de xwe şirîkê xema malbatên gorî û birînarên bûyera têrorîstî ya li Ehwazê zanî.

Rob Mc Kur sefîrê Ingilîsê li Têhranê jî di rûpela xwe ya Twwiterê de bûyera têrorîstî ya li Ehwazê serhejîner bi nav kir û got ku têror li her derê biqewime divê were şermezarkirinê.

Dewleta Spanyayê jî di daxûyanîyekê de ku li malpera Wezareta Karên Derve ya vî welatî hat weşandinê, êrişa têrorîstî ya li Ehwazê şermezar kir.

Rayedarên Komara Azerbaycanê, Pakistan, Ermenistan, Tirkîye, Sûrîye, Uman û Iraqê û hejmareke din ji wan welatan in ku bi şermezarkirina bûyera têrorîstî ya li Ehwazê xwe şirîkê xem û kesera malbatên gorî û birîndarên vê bûyerê zanîne.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê jî ev bûyera têrorîstî şermezar kir.

Tevî dengvedana berfire ya nûça êrişa têrorîstê ya li Ehwazê li mêdyayên serbixwe yên navçê û cîhanê, hin kanalên nûçan ên ser bi dewletên rojavayî di raporên xwe de biwêja `` êrişa têrorîstî`` b kar neynan.

Ajansên Nûçan ên Fransa û Associated Press`ê û kanalên nûçan ên BBC, CNN û Fox News`ê, derbarê êrişa têrorîstî ya li Ehwazê de biwêja ``êrişa kesên çekdar`` û yan `` êrişa bi çean`` bi kar anîn.

Ev helwesta mêdyayên rojavayî di halekî de ye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê hewl da ku êrişa têrorîstî ya li Ehwazê karê endamên vê komê bide zanîn.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin û sala buhurî jî êriş bire ser karewanîyên ku seredana herêmên şerê Îran û Iraqê li wan qewimîbû, roja şemiyê ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de 25 kes ji hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û 60 kes jî birîndar bûn.

Vê komê ku Rîyaz pişta wê digire di sala 2017`ê de jî opêrasyoneke têrorîstî li başûra Îranê pêk anîbû.