Çile 31, 2018 20:38 Asia/Tehran
  • Dewama opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê û dewama helwestên li dijî vê opêrasyonê

Îro 12 roj in ku opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê didome û helwestên li dijî vê opêrasyonê didomin. Parlamenterê HDP`ê Ahmet Yildirim ragihand ku Tirkiye ji aştixwaz û şernexwazan gelekî aciz e û meseleya operasyona li dijî Efrînê ne meseleya ewlehiya Tirkiyê ye, ev meseleya nexwestina statûya kurdan e. Herwiha Yildirim da zanîn ku şerxwazî yê derde.

Artêşa Tirkiyê di 20`ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin û balafirên şêrr ên Tirkîyê gelek deverên Efrînê bombebaran dikin û li gelek deveran şerên dijwar di navbera şervanên YPG`ê û leşkerên tirkîyeyî û têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê de ku Tirkiye piştgiriya wan dike, berdewam dike. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku di 10 rojên operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê de, sivîl jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin û rewş nîgeraniyeke cidî çêdike. Moskow di çarçoveya operasyonsa Tirkiyê ya li Efrînê de bangî aliyan dike ku pîvanan binpê nekin. Parlamenterê HDP`ê Ahmet Yildirim derbarê operasyona li dijî Efrînê de got: "Ev du roj in li Parlamentoya Tirkiyê û ji destpêka operasyon vî welatî ya li dijî Efrînê li her qadên jiyanê em bertekên xwe nîşan didin. Rayedarên hikûmetê jî ji aştixwaziyê ewqas aciz in ku li hemberî partiya me, parlamenter û rayedarên me operasyon dan destpêkirin û heta niha 53 kes jî hatine girtin, 320 kes jî hatine desteserkirin. Dixwazin li hemberî aştîxwaziya me, berdêlan bidin dayîn. Berdêla wî çi dibe bila bibe em ê li hemberî vê yekê bisekinin."

Rayedarekî devera Efrînê Rêzan Hiddo diyar kir ku Artêşa Tirkiyê taxa Eşrefiyê ku taxa navendî ya Efrînê ye, da ber bombeyan. Li gorî agahiyên ewil herî kêm 10 sivîl veguhestin nexweşxaneyê.

Hiddo herwisan ragihand: "Xelkê sivîl li şikeftan dijîn. Xelk ji bombebaranên Tirkiyê direvin."

Her wiha Hiddo destnîşan kir ku "Artêşa Tirkîyê li gundên ser sînor guleyan li ambûlansan direşîne û ji ber vê yekê veguhestina sivîlan zehmet dibe."

Herwisan hat ragihandin ku "Artêşa Tirkiyê û terorîsên Cebhet el Nusrayê, vê sibehê bajarê Efrînê bi moşekan kirine armanc û di encamên de hinek  kesên sivîl birîndar bûne".

Herwiha hejmara êrîşên hewayî yên li ser bajarokên sînorî ji 400 buhirî û gelek kes ji gundên Hemamê aware bûne û çûne bajarê Efrînê ku heta niha hejmara awareyan gihiştiye 200 hezar kesî.

Balyozê pêwîstiyên taybet ê Rêxistina Aştiyê ya Cîhanê bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir da ku xak û gelê Sûriyeyê biparêze.

Wehîdî diyar kir ku balafirên Tirkiyê kampa Rûbarê bombebaran kirine ku deh hezar aware lê bûn û tirs heye ku kampa Şehbayê ya li Tilrifetê jî were bombebarankirin, nexasim ku tijî aware ye.