Tebax 11, 2017 17:24 Asia/Tehran
  • Mukurhatina aşkira ya dijberên Sûriyê li ser dewama alîkariyên Tirkiyê

Serokê Koma Dijber a nasyar bi Hevpeymaniya Neetweyiya Hêzên Serhildêr û Dijber ên Sûriyê ( الائتلاف الوطنی لقوى الثورة والمعارضة السوریة), Evdilrehman Mistefa bi awayekî aşkira behsa dewama alîkariyên Tirkiyê bo vê komê kir.

Ev gotinên Evdilrehman MIstef, serokê Koma Dijber a nasyar bi Hevpeymaniya Neetweyiya Hêzên Serhildêr û Dijber ên Sûriyê ( الائتلاف الوطنی لقوى الثورة والمعارضة السوریة), piştî wê hatin hilêxistin ku ajansa nûçeyan a Kuwêytê nasyar bi Konayê ji zarê wî ragihand ku ``Hin mêdya li dû berbelavkirina gotegopt û dengoyan li bara piştgirînekirna Tirkiyê ji Hevpeymaniya Neteweyiya Sûriyê ne da ku bi nû=çeyên nerast li ser rêya serketinên vê hevpeymaniyê astengiyan derxînin``.

Li ser vê yekê ku komên dijber ên sûrî çi yên siyasî û çi yên têrorîst û tekfîrî çi serketinek li rêya diojberiya digel dewlet û gelê Sûriyê hebûne, divê geklê Sûriyê nêrîna xwe bêje. Heman komên ku bêyî bikaranîna rêkarên siyasî yên çareserkirna nakokiyan, pêgiriya wamn li ser dijberiya xwe, şerê navxweyî li vî welatî pêk anî û Sûriye kire kavil û wêrane. Heman kesayetî û komên ku dema dewama jiyana xwe li Sûriyê nepêkan zanîn, terka welêt kirin û awaretiya li Tirkiyê û welatên ewropî dewsa mayîna li welêt û kêmkirna agirê nakokî û kînajotin, bêewlehî û têrorîsmê vebijartin.

Di vê navberê da jî hebûn welatna ku bi merema nasandina nû ya berjewendiyên xwe yên qaşo neteweyî û xewn  ûxeyala vejiyandina desthilata derveyî û Impratoriya xwe ya hilweşiayî û serûbinûbûyî agirê şêrr li Sûriyê gurr kiirn da ku ne tenê melhemek li ser qeyranên xwe yên cûrbicûr li warê siyasî û navxweyî daynin; Belkê tevlî lîstika desthilat û bandorê li herêma Rojhilata navînê bibin û ji vê rêkê da par û pişkekê li hevsengiyên navçeyî û navneteweyî bi desty bêxin. Lêbelê welatên rojavayî û erebî û Tirkiyê di nava vê rêzbendiyan da gellek zû pişta komên dijber û neyar ên sûrî girtin û alîkariyên xwe yên malî û siyasî rijandine bêrîka bereyeke cûrbicûr û cihêreng a dijberên dewleta Sûriyê. Bêyî berçavgirtina vê yekê ku liv û tevgerên welatên piştgirê dijberên dewleta Sûriyê şaş an durust bûye, divê em vê yekê ji bîr nekin ku van aliyên xwedîrol  li gorî guhertinnê Sûriyê li gorî dilê xwe pişta komên cûrbicûr li bereya dijberan kirin. Bi awayekî ku di qonaxekê ku komên tekfîrî û têrorîst pêşeng û desthilatdarên meydana şer û pevçûnan bûn, ji hêla locêîstîkî, malî û çekdarî va pişta wan girtin û di qonaxa din ku komin mîna DAIŞ`ê li nav civakla cîhanî da menfûr bûn, van welatan bera piştgiriyên xwe yên aşkira dane komên siyasî yên dijbera dewleta Sûriyê.

Lewma mukurhatina niha ya serokê Koma Dijber a nasyar bi Hevpeymaniya Neetweyiya Hêzên Serhildêr û Dijber ên Sûriyê ( الائتلاف الوطنی لقوى الثورة والمعارضة السوریة), Evbdilrehman Mistefa, li bara dewama piştgiriyên Tirkiyê ji vê komê mijareke teze nîne ku ew bi aşkiratî hilêxîne; BVelkê tiştê ku bala çavdêr û karzanan kişandiye ev e ku Tirkiyê bereya dijber û neraziyên sûrî wek amorek ji bo lîstika xwe ya siyasî li navçeyê bi kar tîne. Bi taybet ku niha civaka Tirkiyê zêdetir ji berê bi vê yekê hesiyaye ku Enqerê ji DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst pûiştgirî kirye û niha ku li warê şêîrr da ev koma têk çûye, Tirkiyê ji bo pûêşdabirina armancên xwe yên navçeyî bi taybet liu Sûriyê berê xwe daye tevgera siyasî ya dijbera dewleta Şamê. Lewma qet dûr nîne ku mukurhatina koma diojber a nasyar bi Koma Dijber a nasyar bi Hevpeymaniya Neetweyiya Hêzên Serhildêr û Dijber ên Sûriyê ( الائتلاف الوطنی لقوى الثورة والمعارضة السوریة) bi Çiraya Kesk a Tirkiyê ji bo nixûmandina hemî liv û tevgerên berê yên Enqerê li bara Sûriyê be. Gotinên ku nîşan didin dijberên sûrî li erdê Tirkiyê dilîzin û ne tenê nîşana ketina serokên dijberên sûrî ber dek û dolabên Tirkiyê ye belkê nîşan dide ev kom hema wisa dûrbûna ji welêt li hemberî vegeriyanê û beşdariya bibandor li pêvajoya aştî û avakirina welatê xwe vedibijêrin.