May 22, 2020 14:29 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Qada cîhadê li gişt erdên filistînî divê were berfirekirin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bi sekinîna ser pêwîstiya berdewamiya şer û xebatê û berfirekirina qada cîhadê li gişt erdên filistînî, bi bîr xist: Bê şik vîrusa siyonîzm pir nakişîne û bi saya xebat û têkoşîn û îman û xîreta ciwanan wê li vê navçê kokbir bibe û ji nav here.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî îro bi minasibeta roja cîhanî ya Qudsê di axivtineke girîng de desnîşan kir ku bi serketina Înqilaba Îslamî li Îranê dewreke nû di warê şer û xebata ji bo Filistînê despê kir û bereyeke berxwedanê hat holê û eva bû sedema guhertina hevsengiya hêz û qawetê ser xêra xebatkar û mucahidan û piştî vê yek rêberê Înqilabê heft tewsiye û şîretên girîng derheq berdewamkirina cîhada mezin û pîroz a vê demê raber dike ku ev in:

«Sînordar nekirina mesela Filistînê bi meseleke bi tenê filistînî an herî zêde erebî», «Azadiya gişt erdên filistînî ji behrê heya nehrê (çemê) û vegeriyan gişt filistîniyan ser erdê xwe», « Xwedûrkirina ji baweriya li qawet û deshilatên zalim ên rojavayî û rêxistinên cîhanî yên pêvegirêdayî li hêzxurtan, herwiha bawernekirina dewletên girêdayî û bêromet ên navçê», «Berçavgirtina daxwaz û xwestekên cidî yên ciwanên bi şeref û xêretmend ên cîhana Îslamê», «Têkoşîna li ber rastiyên bi taluke û ziyanbar», «Berdewamiya têkoşan û xebatê û berfirekirina qada cîhadê li gişt erdên filistînî» û «Lidarxistina giştpirsiyê ji gişt ol û qewm û etnîkên filistînî» heft şiret û tewsiyeyên Hz. ayetullah Xamineyî bûn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, diyar kirina Roja Qudsê însiyatîv û pêşniyara aqilmendane ya Îmam Xumeynî (RE) û xelek gihandina misilmanan bi hev bona hevdengbûna wan derheq Qudsa şerîf û Filistîna mezlûm da zanîn  û bal kişand ser pêşewaziya netewên cîhanê ji Roja Qudsê û got: siyaseta girîng û sereke ya îstikbar û siyonîzmê kêmrengkirin û bêqedrkirina mesela Filistînê  di nav raya giştî ya civakên misilman e û heya ji dest tê dixebite mesela Filistînê bide jibîrkirin . Rêbarê Înqilabê di dewamê de desnîşan kir: Wezîfeya herî lezgîn , xebata li dijî vê xiyanetê ye ku hewl tê dayîn bi destê kirêgirtiyên siyasî û çandî yên dijmin û di nav welatên îslamî bi xwe wê pêşve biben. Bi yeqîn xîret û xwebawerî û aqilmendiya her roj zêde ya misilmanan qet nahêle Filistîn were jibîrkirin.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha bi bîranîna bi rêz û hurmet a şehîdên Qudsê ji Şêx Ehmed Yasîn û Fethî Şeqaqî û seyd Ebas Mûsewî bigire heya serdarê mezin ê Îslamê û sembola jibîrnebûyî yê berxwedanê  şehîd Qasim Silêmanî û mucahidê mezin ê iraqî şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis  û got: Sebebkar û sûckarên sereke yên karesata zevt û dagîrkirina welatê Filistînê û pêkanîna kula qanserê ya Rejîma Siyonîstî dewletên rojavayî û siyasetê şeytanî yên wan bû; bi yeqîn ewa ku divê li navçê nemîne Rejîma Siyonîstî û seyonîzm e.