May 22, 2020 01:51 Asia/Tehran
  • Li Îranê zêde ji 100 pêketiyên vîrûsa Koronayê baş bûne

Wezareta Tenduristiya Îranê îro ragihand ku bi giştî 100 hezar û 564 kes ji vîrûsa Koronayê rizgar bûne û vegeriyane malên xwe. Lê belê rewşa 2 hezar û 655 kesan jî xerab e.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr îro pêncşemê li gotûbêja bi nûçegihanan re eşkere kir ku li Îranê di 24 saetên dawî de 66 kesên din bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û  392 kes jî pê ketine.

Wî herwiha desnîşan kir ku ji pêketiyên teze 351 kes li nexweşxanê hatine razandin û 2 hezar û 41 kes jî tedawiya bêrazan dîtine ev kesana ji ber pêwendiya bi pêketiyên berê bûne. 

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê got: Heta niha li Îranê  129 hezar û 341 kes bi vîrûsa koronayê ketine. 7 hezar û 249 kesan pê jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî 100 hezar û 564 kes ji vîrûsê rizgar bûne. Rewşa 2 hezar û 655 kesan xerabe.

Heya niha gişt welatên cîhanê tûşî vîrûsa Koronayê (Covid 19) bûne û pêketiyên vê vîrusê li cîhanê ji 5milyon kesî derbas bûne û hejmara miriyan jî  zêde ji 330 hezar kes in û zêde ji 2 milyon kes jî baş bûne.