Sibat 12, 2019 19:04 Asia/Tehran
  • Qasimî: Cohn Bolton xeyalek pûç li hember îraniyan heye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember îdiaya şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkayê li bara Înqilaba Îslamî got: John Bolton (Can Bolton) xeyalek pûç li hember îraniyan heye û ev jê re bûye zehmetî û êşeke demdirêj.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê li hevpeyvîna bi IRNA`yê re, got: Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkayê, tevî hemî xeyalên xwe yên sexte û xweçêkirî û bandorên hin komên terorîstên hevfikrên xwe, xeyalên xwe yên pûç li rêûrisma pirrcoş a rêpîvana çilemîn salvegera serketina Înqilaba gelê Îranê têkçûyî dîtiye.

Qasimî herwiha got: Li bertekeka bidijminatî dewsa fêmkirin û hînbûna çanda gelê mezin ê Îranê û kokên kûr ên Înqilaba Îslamî, bi kîna xwe ya hertimî hewl daye ji bo rewanîşandayîna pêşgotinên xwe yên têkçûyî, hin sozên xeyalî bide.

Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkayê,  du roja beriya niha îdia kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê, piştî 40 salan nekariye sozên xwe cih bîne.

Ev nirxandina pêkenî ya Bolton li halekê ye ku ewî di Hezîrana 2017`an li Civîna Koma Terorîst a Minafiqan de gotibû: Divê encama siyasetên Amerîkayê eva be ku Înqilaba îslamî ya Îranê nekaribe heya şahiya çilsaliya xwe berdewam be.