Daxûyaniya hevpar a rayedarên pênc welatên derdora Xezerê piştî îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê
Rayedarên pênc welatên derdora deryaya Xezerê piştî îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê li daxûyaniyeke hevpar raghandin:konvansiyona rejîma hiqûqî ya deryaya Xezerê li gor hevhatina û berçavgirtina berjewendiyên hemî aliyan e.
Li gorî rapora malpera raghandinê ya serokkomariyê, li daxûyaniya hevpar a rayedarên pênc welatên Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Komara Azerbaycan û Tirkmenistanê ku roja yekşemiyêli bendera Aktaoyê ya Qezaqistanê hat dayîn, hatiye: Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê wek belgeyeke tam û tekûz dê bersiva hemî îlzam û pêwîstiyên îro bide û ji bo zêdekirina hevkariyên giştalî yên pêşerojê yên welatên peravê hatiye danînê.
Pênc welatên pervava deryaya Xezerê li vê daxûyaniyê raghandine ku , bernama karê şêwrînên pênalî bi sergêriya wezaretxaneyên karên derve û nûnerên xwedan desthilat ên welatên perava Xezerê ji bo cihanîna konvansiyona rejîma hiqûq ya deryaya Xezerê û hilkolandina hevkariyan li Xezerê pêk tên û yekim şêwirînên wê li 6 mehên tê tên lidarxistin.
Li vê daxûyaniyê her wiha biryar hat dayn ku amadekirina û hevhatina rewşnivîsê têkildarî şêwaza kivşkirina sînoran, rasterast destpê bibe.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê, rewşê ji bo berfirehkirina têkiliyên welatên peravê li warên pêşeyî, ticarî, enerjî, veguhestin û piştgiriyê, nûanîn, geştyarî, lêzanîn û warên din li gor elaqetên wan xweş dike.
Serokkomarên pênc welatên derdora Xezerê li vê daxûyaniyê destnîşan kirin ku ji bo dabînkirina berjewendî û ewlehiya hevpar, divê kiryarên hevdeng ji bo pêkanîna pêbaweriyê li deryaya Xezerê li warê xebatên eskerî li vê deryayê, werin berçavgirtin.
Welatên derdora Xezerê, ji wajokirina protokolên `` hevkariya li warê rawestana li ber terorîzmê``, sûçên plankirî û hevkariya saziyên sînorvaniyê, pêşewazî kirin û ser pêwîstiya parastina jîngeha deryaya Xezerê teqez kirin.
Serokomarên Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Komara Azerbaycan û Tirkmenistanê , deryaya Xezerê, deryaya aşitî, hevdilî, cînaretî û hevkariyên bi bandor ên navneteweyî bi nav kirin.