Zerîf: Civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê tam bi ya G7ê re ferqa xwe hebû
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Çingdao ya Çînê hevkariya bi hurmet navbera netewên curbicur bû.
Muhemed Cewad Zerîf, roja duşemê beriya weşandina peyamekê di Twitterê de nivîsî: Di hemen dema ku endamên koma heftan li Kêbêka Kanadayê mijûlî gengeşeyê bûn û hewldana wan ji bo kişandina bala peymanşikênê mezin bêencam bû, civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Cîngdaoyê,tam cuda ji wê bû, Ew nîşana hevkariya bi hurmet di navbera netewên curbicur bo çendalîxwaziyê bû.
Wezîrê karên derve yê Îranê, pêştir jî di twitteke din de nivîsîbû: Civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Çînê nîşan da ku cîhan çiqasî zû diguhere, berpirsiyariya li hember hevkariya bi feyde ya dualî, piştgiriya cidî ji rêketina navokî û redkirina yekalîxwaziyê.
Li gorî nivîsa wezîrê karên derve yê Îranê, serokê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtinên kêrhatî tev piraniya rayedaran, ji wan hevdîtinên dualî yên bi naveroka baş tev serokomarê Çînê, Şî Cîng Pîn û serokomarê Rûsiyê, Vladîmîr Pûtîn hebû.