Çile 13, 2018 10:44 Asia/Tehran
  • Peydabûna du meytên nû li gemiya niftkêş a Îranê

Hêzên alîkariyê du meytên teze li nav niftkêşa îranî li avên Çînê peyda kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Şanghayê, hêzên gihandina alîkariyê yên Çînê sibeha roja Şemiyê li gorî dema herêmî piştî derbasbûna nav gemiya niftkêş a Îranê, du meytên nû vedîtin.

Li gorî vê raporê, ji ber zêdebûna gzên jehrî û nebûna Oksîjênê, hêzên gihandina alîkariyê yên Çînê tenê karîn nîv saetê li nav gemiyê bimînin û piştra jê derketin.

Li vî halî hat ragihandin hêzên taybet ên îranî li wê derê amade ne ku opêrasiyona têketina nav keştiyê cih bînin û heke şert û merc amade be, dê opêrasiyon pêk were.

Roja bihurî Elîriza Newrozî fermandarê gihandina alîkariyê qala vemirandina agirê pêketî bi gemiya niftkêş a Îranê li perravên rojavaya Çînê bi alîkariya şeş gemiyên agirkuj kiribû.

Roja 6`ê Çileya 2018an gemiyeka barî ya çînî-hongkopngî li perravên rojhilata Çînê li gemiyeka niftkêş a Îranê ket.

Ev lihevketin bû sebeba teqîn û agirpêketina bi vê gemiya îranî.

Li nav vê gemiyê sîh xizmetkarên îranî û du xizmetkarên bengiladişî hebûn.