Mijdar 14, 2017 21:28 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Ji nûve avakirina deverên erdhejlêketî yên parêzgeha Kirmanşanê di destûrkara dewletê de ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê li ser dabînkirina ewlehî, hewcedarîyên lezgîn ên gelê deverên erdhejlêketî yên parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê û cebirandina xisarên ji ber erdhejê di dema herî zû ya pêkan de sekinî.

Hesen Rûhanî îro danê êvarê li civîna Navenda Kontrolkirina Qeyranê ya parêzgeha Kirmanşanê heyf û mixabinîya xwe ji ber qewimîna erdhejê li vê parêzgehê ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştinê û birîndar bûn nîşan da û got: Roja îro biratî û hevdilî li Îranê ketîye ber ceribandinê û hemî gelê Îranê şirîkê xem û kesera gelê Kirmanşanê ye û jib o çareserkirina pirsgirêkan dilsozî û alîkarîyê dikin.

Rûhanî bi pêgirîya ser pêwîstîya plandarêjîya hemî dezgeh û berpirsan jibo lezandina pêvajoya gîhandina alîkarîyan bo gelê erdhejlêketî got: Kontrolkirina qeyranê, dabînkirina ewlehîyê û nehîştina pirsgirêkên bingehîn li deverên erdhejlêketî pêwîst in.

Wî herwiha ji parêzgarê Kirmanşanê xwest ku bi merema dabînkirina ewlehîya tam jibo lezgînkriina gîhandina alîkarîyan bo gelê deverên erdhejlêketî, civînên Konseya Dabînkirinê ya Parêzgehê bi awayekî cidî bişopîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Avakirina medrese, nexweşxane û rêyan û dabînkriina ceryan û avê li ustîyê dewletê ye û dewleta Îranê hewl dide van karana zû bike.