Tîrmeh 11, 2024 15:49 Asia/Tehran
  • Teqeziya serokkomarê bijarte yê gelê Îranê ser rawestandina dagirkeriya Rejîma Siyonîst

Serokkomarê bijarte yê gelê Îranê, kutabûna dagirkeriya Rejîma Siyonîst li Filistînê, mesele û fukara gemî welatên navçe yê da zanîn.

Mesûd Pizşkiyan bal kişande ser hevkariya welatên navçê ji bo berfirehkirin û jordebirina  cih û şûna  wê ya cîhanî û got: Îran rêzê li rawestana ustûreyî ya gel û berxwedana Filistînê li hember êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst digire û ser wê bawerê ye ku mafê Berxwedana giştalî ya gelê Filistînê ji bo rizgarbûna ji  dagirkeriyê û ê  bi destxistina mafên wan yên xwezayî di warê sebixwetiyê û mafê kivşkirina çareniîsa wan bi fermî were naskirin. 

Pizişkiyan bi ragihandina vê yekê ku çekên navokî yên Rejîma Siyonîst metirsiyek ji bo  navçe û ewlehiya cîhanî ye, divê bi hevkariya welatên navçê û cîhanê bo  Rojhilata Navîn ya bêyî çekên komkujî  hewl bê dayîn û got: Aşitî û îstiqrara  navça Kendava Farsê û rawestana li himberî metirsiyan pêwîstî bi  sîstimeke  hevkarî û  ewlekariya komî di navbera welatên navçê de heye.

Wî balkişand li ser dostaniya li gel welatên cîran û navçeyê û got: Gotûbêja  avaker û bi mebest bi armanca  yekdengiya navçeyî  hevkariya navçeyî di warên curbicur de tenha  rêya derketina ji kêşe û aloziyên heyî û dirustkirina asayîşa bi îstîqrar  û behremendiya xelkê navçeyê ji heyîtiyên xwe ye. 

 

 

Serepeyv