Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pîrozbayî li Pizişkiyan kir
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di pêwendiya telefonî de bijartina Mesûd Pizişkiyan wek serokomarê bijartî yê gelê Îranê lê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê duh çarşemiyê, di peywendiya telefonî de di gel Mesûd Pizişkiyan, bijartian wî wek serokomarê Îranê lê pîroz kir û ji wûî re hêviya serkeftin û serbilindiyê di warê cihanîna vê berpirsiyariya giring de kir.
Nêçîrvan Barzanî ser amadetiya herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê jibo berfirehkirina peywendiyên dostane, dîrokî û hevkariyên hevbeş li gel Komara Îslamî ya Îranê li hemû waran teqez kir ku berjewendiyên hevpar û cîranetî û her wiha pêşketina Îran, Iraq û herêmê bigre ber xwe.Barzanî her wiha piştrast kir ku serokatiya Mesûd Pizişkiyam bibe sedema xurtkirina peywendiyên her du aliyan. Di vê pêwendiya telefonî de, Mesûd Pizişkiyan sipasiya Barzanî kir û tekezî ser xurtkirina peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê û Herêma Kurdistanê kir .
Di dawiya vê p-eywendiya telefonî de jî Mesûd Pişkiyan amajeyî peywendiyên dostane, dîrokî yên gelê Îran û Komara Îslamî ya Îranê bi xelkê Herêam Kurdistana Iraqê re kir.