Hamas: Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derbarê agirbesê ketiye nava xewn û xeyalan û xelkê dixapîne
Endamê Polîtboroya tevgera berxwedana îslamî ya Hamasê got: Gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Amerîkayê, tenê hewldanek e ji bo sergerimkirina kesên din bi hinek xewn û xeyalan û serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li ber her hewleke ji bo rêkeftina agirbesê û bidawîkirina şerê zêdetirî 10 mehan berbendan çê dike.
Hisam Bedran got: Eger Amerîka derbarê pêkanîna agirbesê û gihêştina bo rêketinêciddî ye, divê pabendî planên xwe yên berê ku rêkeftin li ser hatiye kirin, be û zext û zorê bîne ser Nêtanyahû ku li dijî xwestekên aliyên navdewletî derheq rawestandina şer rabûye.
Wî teqez kir: Amerîka di vê kêşeyê de bi tenê aliyekî navbeynkar nîne belkî şirîkê rastîn di şerê dijî gelê Filistînê de ye û piştgirîya Amerîka ji Rejîma Siyonîstî ji asta gihandina çekan û piştgirîya aborî derbas bûye û gihiştiye asta piştgiriya siyasî, dîplomasî û medyayî.
Endamê Polîtboroya Hemasê tekez kir: Ev tevger û komên din ên filistînî ji bo pêkanîna daxwazên gelê Filistînê dê li hemû qadan ji wan berxwedana çekdarî û bi riya gotûbêjan têkoşîna xwe berdewam bikin û gelê Filistînê dê li ser berevaniya ji ax û mafên xwe berdewam bin ku ji bo derketina dagirkeran rewşê amade bikin.