Şehîdbûna bi dehanxwendekar, mamoste û xebatkarên zanîngehên Filistînê li zîvala Xezeyê
Kempêyna Navnetewî ya Akademîk ragihand ku ji destpêka şerê Xezeyê ji 7ê cotmehê heta niha 115 xwendekar, mamoste û xebatkarên zanîngehên Filistînê şehîd bûne.
Kempêyna Navnetewî ya Akademîk di raporekê de bi hejmartian navê çend şehîdên filistînî li nav zanîngehan ragihand ku vê dawiyê şehîdbûna Osame Nufel rêveberê giştî yê siyaset û bername darêştinê yê Wezareta Aboriya Filistînê li komkujiya El-Mewasî ya Xan Yunis tomar kiriye./Li şerê Rejîma Siyonîst li dijî Zîvala Xezeyê ku hîna berdewam dike, hemû 12 zanîngehên filistînê yên li zîvala Xezeyê di encama êrişên hewayî û topan de bi tam wêran bûne yan jî zirareke mezin bi wan ketiye.
Li gorî rapora nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezeyê Îsraîlê heta niha 112 dibistan û zanîngeh wêran kirine û zêde ji 600 mamoste û zanyar şehîd kirine.Rojnameya Amerîkî ya New York Times li gorî lêkolînekê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve zêdeyî sedî 80 yê dibistan û zanîngehan li Xezeyê wêran bûne yan jî zirareke mezin dîtine.