Tebax 27, 2024 15:23 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî, berhemanîn kilîlê çareserkirina pirsgirêkên aborî ye

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina xwe ya ewilî bi serokomar û kabîneya 14`an, xalên girîng yên mîna berçavgirtina ewlewiyetên lezgîn ji wan zama aborî û buhabûna nirxê, pêwîstiya rêvebirina qanûnî li întêrnêt û torên civakî û berçavgirtina berhemanîn û hilberandinê wek kilîlê çareserkirina pirsgirêkên aborî da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa  Islamî bi pesindayîn û rêzgirtina li tevgera  mezin a Erbeinê û pîrozkirina heftiya  hikûmetê, derfeta xizmetkirinê bo xelkê û hewldana ji bo pêşketina welêt  wekî neimeteke mezin a xwedê teala bi nav kir û got: Qedrê vê emaneta Xwedê û gel bigrin û bizanin ku derfeta xizmetkirina 4 salî wê wek ba û birûskê bi lez derbas bibe. Helbet di vê mideha kin de jî dikarin pêngavên mezin hilînin..

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got ku gelê Îranê  zirûfa afirandina  kesên şareza û nabixe heye û bal kişand  ser kesên navdar ên wekî Xwace Nesîreddîn Tûsî,  Êbnê Sîna, Molasedra û Zekeriya Razî  û got: Ev nîşaneyên zirûf û şiyana bêsînor a  di warê bîr û ramanê  ya gelê  Îranê ne û niha jî ji ciwanên jêhatî  ên welêt dikarin kesên nabixe û şareza perwerde bikin.Wî şiyanên siyasî, kûrahiya stratejîk û qaweta  navçeyî  wek zirûfên Îranê dan zanîn û got: Ezmûnên erênî û nerênî yên 45 salên borî ji xalên herî binirx in ku divê bên berçavgirtin.

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser berçavgirtina ewlewiyetan ji ber kêmbûna derfetê û karên zêde ku hene û got:

Hinek ewlewiyet mijarên  bi lez û ûrjansî wek meseleya zama aborî û  buhabûn , ku divê bi awayekî dirust bên çareserkirin, lê hin ewlewiyet bi mijarên binesaziyê ne, ku ger îro bên paşguh kirin, piştî 10 salan  neçar in dest bi çareserkirina wan bikin.

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî planên hikûmetê yên kemilandina  rêyên bakur-başûr û rojhilat-rojavayê ji ber zirûfên giring ên peywendiyên yên welêt ji karên girîng in ku nabin bên paşguhkirin û got: Mijara ewlekariya xwarin, bêminetiya di wartê genim,  rêbazên nû yên avdanîkirinê di warê cotkariyê de, berfirehkirina beşên niftê û bi karanîna derfetan ji bo bikaranîna rêbazên nû yên derxistina nift û gazê, herwiha berhemanîna berhemên curbicur di beşên kêmtir giring ji ewlewiyetên pêşberî welêt in.

Wî kilîlê çareserkirina kêşeyên aborî yên welat berhemanîn, xurtkirin û zêdekirina  firotinê da zanîn  û got: Bi xurtkirin û cidîzanîna  mesela berhemanînê, pirsgirêkên zama aborî, şuilandin û buhaya diravê netewî çareser dibin.

 

Serepeyv