-
Elî Hesen: Tirkiyê piştevanê sereke yê şaneyên DAIŞ’ê ye
Kanûn 30, 2020 19:18Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen piştrast kir ku dewleta Tirkiyê piştevanê sereke yê şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
-
Efrîna dagirbûyî - Di 2020`an de 54 şêniyên Efrînê hatin qetilkirin û 805 sivîl jî hatin revandin
Kanûn 29, 2020 09:14Sala 2020`an li ser herêma Efrînê ya dagirkirî wekî kabûsekê derbas bû. Di vê salê de hêzên Tirkiyê û komên girêdayî bi wê sûcên kuştin, revandin, bazirganiya mirovan, xerabkirina cihên dîrokî, birîna daran û guhertina demografiyê zêdetir kirin.
-
Li Şamê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin
Kanûn 29, 2020 08:53Kongreya Star a taxa Zorava ya Şamê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û bang li rêxistinên jinan û yên hiqûqî kirin ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.
-
Li Serê Kaniyê welatiyên Iraqê nasnameyê werdigirin
Kanûn 29, 2020 06:03Li bajarê Serê Kaniyê yê bakurê Sûriyê, Encûmena Xwecehî ya Serê Kaniyê ya girêdayî çekdarên ser bi Tirkiyê daxwaz ji welatiyên Iraqî yên nişteciyên wî bajarî kir, serî li rêveberiya nifûsê bidin, ji bo ku nasnamê bidin wan.
-
“HSD razî bûye kontrola Eyn Îsayê bispêre hikûmeta Sûriyê”
Kanûn 28, 2020 12:11Tê gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye kontrola bajarokê Eyn Îsa yê kurdên Sûriyê teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bike.
-
Rûsyayê polîsên leşkerî li Eyn Îsa belav kirin
Kanûn 28, 2020 09:47Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz ji Tirkiye û HSD dike, şerê li Eyn Îsayê rawestînin û diyar dike ku wê yekîneyên nû yên Polîsê Leşkerî ya Rûsî li wî bajarokî belav bike.
-
Dewleta Tirkiyê hêzên xwe ji nuqteyeke din a dagirkirî li Sûriyê derxist
Kanûn 28, 2020 08:52Dewleta Tirkiyê ji nuqteya El-Toqan a dagirkirî û dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê vekişiya.
-
Hikûmeta Sûriyê şewitandina kampa penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar kir
Kanûn 28, 2020 04:41Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.
-
Nesrullah: Terorkirina min xwesteka hevpar a Israîl, Amerîka û Erebistanê ye
Kanûn 27, 2020 21:23Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku armancgirtina rêber û fermandarên Hizbullahê armanca hevpar a Amerîka û Rêjîma Siyonîst e, got ku derbarê ihtimala terorkirina wî da di vê heyama dawî da hin hişyarî û tekîd ji aliyê çavkaniyan va hatiye dayînê.
-
Komên ser bi Tirkiyê êrîşî ser gundekî Hesekeyê kirin
Kanûn 27, 2020 04:30Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê gundê Tewîleyê li rojavayê Til Temirê li derdora parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyê dane ber roketan.