Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek bersiva bo gotinên nû yên Serokomarê Tirkiyê li Bakûyê, nivîsî: "Tu kesek nikare derbarê Azerbaycana me ya ezîz biaxive."
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mîsmarî piştrast kir ku welatê wî di rewşeke şerê rasteqîn a şerê bi dewleta Tirkiyê re ye.
Elî Babacan êrişî serokkomarê Tirkiyê kir û ew ji belavbûna vîrusa Koronayê li welêt berpirsiyar nîşan da û wiha got: “Sedem, siyaseta we ya şaş e. Welatî birçî ne.”
Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) di axaftinekê da ji nêrîna hakimiyeta Tirkiyê û serokomarê vî welatî li meseleya kurdan û meseleyên din li welêt rexne kir.
Mîrê Qeterê çû Tirkiyê daku beşdarî şeşemîn civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Duha-Enqerê bibe.
Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç dest ji kar berda. Di van rojên dawiyê de, li ser mijara girtina Demirtaş û hitmala azadkirina wî de, nakokî ketibû navbera Arinç û Erdogan.
Serokomarê Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de axivî û got, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û got, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”
Serokomarê Tirkiyê di têkiliya bi riya telefonê digel Paşayê Erebistanê derbarê hûrgiliyên civîna G20ê û pêwendiyên dualî yên Enqere û Riyazê pêra axivî.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew amadekariyan ji bo pêkanîna reformên nû di warê darazê (mehkemekirinê) de dikin û “emê di demeke kurt de pakêtên nû yên darazê bişînin parlemanê.”
Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, piştrast kir ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û rageşiya gur dike.