-
Hikûmeta Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kir
Çirî 17, 2020 19:19Hikûmeta Herêma Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şermezar kir û ragihand, her core êrîş û destdirêjiyek ji aliyê her kes û komekê ve bo ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên wê nayê qebûlkirin.
-
Nêçîrvan Barzanî: Şewitandina baregeha PDKê êriş e bo ser xebatên hevbeş
Çirî 17, 2020 13:11Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî şewatandina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê ji aliyê neraziyên iraqî ve, şermezar kir û ew êriş weke êrişeke li dijî xebatên hevbeş ên Kurd û hêzên Iraqî yên şoreşgêr bo nehiştina zordarî û dîktatoriyê pênase kir.
-
Neraziyên iraqî baregeha PDK’ê ya li Bexdayê şewitandin
Çirî 17, 2020 12:52Bi dehan xwepêşanderên iraqî yên nerazî ji ber gotinên Huşyar Zêbarî yên dijî Heşda Şebî bi ser baregeha şaxa 5’em a PDK’ê ya li Bexdayê de girtin û agir berdan wê.
-
Rêveberê nahiya Sinûnê: "Divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin"
Çirî 16, 2020 07:57Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin.
-
Daxuyaniyab PKK'ê: "Mafê kesên ku Êzdî bi tenê hîştin tune ku PKK wek hêzeke nerewa bizanin"
Çirî 14, 2020 13:50Konîteya pêwendiyên derveyî ya KCKê bi daxuyaniyekê derbarê lihevkirina hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarêçarenûsa Şengalê, ji vê lihevkirinê û armancên wê rexne kir.
-
Berpirsê şengalî: 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
Çirî 14, 2020 05:05Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”
-
PDK’ê li ser sînorê deverên kurdî yên Sûriyê çeper vedan û çekên giran bi cih kirin
Îlon 19, 2020 04:18PDK’ê cebilxaneyeke giran li palên Pêşxabûra Deriyê Sînor ê Sêmalka bi cih kirin her weha li vê derê qereqolên nû, nuqteyên leşkerî û çeper ava kirin.
-
Duran Kalkan: "Bêyî îzna PDKê, Tirkiyê nedikarî derbasî Herêma Kurdistanê bibe"
Îlon 16, 2020 06:55Kalkan tevî rexneya ji rola Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) di êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê da, rêveberiya Herêma Kurdistanê bi sûcê dayîna îznê bo Artêşa Tirkiyê jibo ketina nav Herêmê tawanbar kir.
-
Kampa Mexmûrê; Korona, ambargo, êrîşên DAIŞ û Tirkiyê
Îlon 13, 2020 09:16Hevseroka "Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê" Pakîstan Bîlen, anî ziman ku li Mexmûra ku 14 meh in ambargo li ser e hem ji ber pandemiyê hem jî ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyê fikarên wan zêde dibin û ji bo rakirina ambargoyê bang li her kesî kir.
-
Berpirsê YNKê li Kerkûkê: Partiya Dêmokrat ji ber zexta Tirkiyê venagere Kerkûkê
Îlon 10, 2020 10:50Berpirsê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Partiya Dêmokrat (Partî) tawanbar kir ku ne bi daxwaza xwe, lê ji ber zext û xwesteka Tirkiyê venagere Kerkûkê.